Pirtûka Ronakbîr `Îbrahîm Ehmed` bi Kurdî belav bû
Îro duşem 13/5/2024 semînerek ji bo nasandina pirtûka ronakbîrê Kurd mamosta "Îbrahîm Ehmed" yê bi navûnîşana (Kurd û Ereb) li salona Kurdistanî Nwê hate lidar xistin.
Pirtûka "Kurd û Ereb" ji nivisîna ronakbîr û siyasetmedarê mezin yê Kurd mamosta "Îbrahîm Ehmed" û ji aliyê xanima tekoşer û siyasetmedara dêrîn (Nermîn Osman) ve bo zimanê Kurdî )zaravayê Soranî( hatiye wergerandin.
Giringiya pirtûka (kurd û Ereb) ewe ku, di salên 1937`an de ji aliyê mamosta Îbrahîm Ehmed ve hatiye nivîsandin ku wê demê taze Êraq li jêr kolonyalîzma Îngilîzan derketiye û komara Tirkiyê temenê xwe 15 sal bûye û hêşta lawaze, her weha pirsa Kurd wê demî li başûr û bakûrê Kurdistanê mijara civaka navnetewî ye û Kurdistan parçekiriye û nijadperestî û şofînîzim di asta herî bilind de ye.
Mamosta `Îbrahîm Ehmed` ku wî demî xwendekarê zanîngehê ye li Bexdadê vê pirtûkê dinivîse û li ser wê tê girtin û piştre tê azad kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, piştî 24 salan ji nivîsandina vê pirtûkê carek din rewanşad serok (Mam Celal Talebanî) pêşekiyekê bo pirtûka Kurd û Ereb dinivîse bi navê (Pîrot) ku navê xwazraw yê wî bûye bi gotina wergêra pirtûkê (Nermîn Osman).
Foto: Heme Omer
XELAT