Konferansek ji bo penaberên nexweş ên Rojavayê Kurdistanê
Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi hevrêziya ligel Rêxistina Geşepêdana Sivîl CDO konferanseke mêzgirtî bi dirûşma (Piştgiriya Nexweşên Penaberên Rojavayê Kurdistanê) wê were lidar bixe.
Di wê bare de, rêvebira Encumena Penaberan Zêwa Xelaf ji malpera Xelata Kurmancî re ragihand: Ji bo em bikarin xizmetekî ji nexweşên penaberên Rojavayê Kuridstanê re pêşkêş bikin, me wek Encumen biryar da ku em bi hemehengî bi CDOyê re konferansa çareseriyê lidar bixin.
Zêwa Xelef aşkire kir ku wê bêhtir ji bo çareseriya nexweşên ku li Herêma Kurdistanê û Êraqê nayên çareserkirin e. Em bi hêvî ne ku aliyên peywendîdar dengê gelê me yê perîşan bihbîsin û alîkar bin tako ji rewşa nelihev û nexweş rizgar bin.
Biryare ku wê roja pêncşemê 25-9-2025 li hola konferansan ê CDOyê wê konferansa piştgiriya penaberên nexweşên ên Kurdên Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin.




Xelat-Taybet
