Roja Alaya Kurdî-Kurdistan pîroz be

Roja Alaya Kurdî-Kurdistan pîroz be

Ev roj bi rojeke girîng tê jimartin ji ber ku (Roja Alaya Kurdistanê ye), her sal roja 17´ê çileya pêşîn bi roja alaya Kurdistanê tê nasandin û pîroz kirin.

 Her weha di sala 2011'an de, Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo pîroz ragirtina vê rojê, biryar da ku roja 17-12-wek roja alaya Kurdistanê bête pîrozkirin û ev yek ji aliyê hemû rêxistinên pîşeyî, parlamen û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pejirandin û nasandin.

Her weha wek tê zanîn ku Alaya Kurdistanê ji jor ve, rengê sor e, tê wateyê xwîna şehîdane, ya navîn jî rengê spî ye û roj bi tîşkên wê reng zer têde ye, her weha ya jêr jî rengê kesk e.

Ji ber ku ev biryar bi piraniya endamên parlemana Kurdistanê hatiye pejirandin, bû bi biryareke fermi ku di Herêma Kurdistanê û di Êraqê de ev alaya federal a Kurdistanê be.

Ji ber wê jî, niha piraniya kurdên li Herêma Kuridstanê û hikumet û saziyên hizbî û hikumî jî di vê rojê de girîngî didin bi alaya Kurdî û bilind dinirxînin û pîroz dikin.

Em jî wek sekoya Kurmancî ku di nav de malpera Xelatê û Rojnameya Xelatê ya Kurmancî li xwe digre, vê rojê li tevahiya gelê kurd û Kurdistanê pîroz dikin.

Hêjayî gotinê ye ku termê rewanşad serok Mam Celal bi alaya Kurdistanê hate pêçandin û oxir kirin. Ji ber ku Mam Celal jî girîngiyekî cuda dide wê rojê û alaya Kurdistanê bilind dinirxand û di dema sardana xwe ya ji Neteweyên Yekbûyî (UN)ê re, wek Serokkomarê Êraqê, yekem dengkirina xwe bi zimanê kurdî bû. Ev yek rastiya giyana neteweyetî li cem rewanşad serok Mam Celal dide xuyakirin.

Rewanşad Serok Mam Celal Talebanî bi vî away rêz ji Ala Kurdistanê re digirt

17/12/2023

Xelat