Qubad Talebanî planek nû jibo piştevaniya cotkaran aşkira dike

Qubad Talebanî planek nû jibo piştevaniya cotkaran aşkira dike

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, "plana me heye em çandinî û geştûguzarê bi heve girê bidin".

Qubad Talebanî got: "Geştûkal! Peyvek nû yê zimanê Kurdiye û me ji peyva (agrotourism ) ya Îngilîzî wergirtiye! Mebesta me û plana me heye em kiştûkal (çandinî) û geştûguzarê (torîzmê) bi heve girê bidin".

Diyar jî kir ku, armaca planê ewe ku geştyaran bibin nava kêlge (zeviyên) cotkaran li deverên cuda cuda yên Kurdistanê taku tam û xweşiyê hem ji xweşikbûn û ciwaniya siruştê Kurdistanê bibînin û hem jî berhemên zeviyên cotkaran jî bikirin.

Qubad Talebanî aşkira jî dike ku bi wê planê di yek demê de hem piştevaniya cotkaran dikin û hem jî sektora geştûguzarê bi pêşve dibin.

Cîgirê Serokwezîr li parêzgeha Helebçe serdana kêlgeha Kurdistan ya hilberîna berhemên bêhempa kir û ragihand ku, "cihekî xweşik û şayisteyê serdan kirinê ye".