Piştî 29 salan Eyşe Şan li kêleka dê û bavê xwe hat veşartin
Stranbêja Kurd a bi navûdeng (Eyşe Şan) ku di sala 1938an de li bajarê Dîyarbekirê (Amedê) ji dayik bûye. Li navendeke çandî ya bajarê Dîyarbekirê mezin bûye ku berdewam li mala bavê wê rûniştina dengbêjên kurd hebûye.
Eyşe Şan pir bi stranbêjiyê eleqedar dibe. Eyşe Şan di 16 saliya xwe diçe nava jiyana hevjîniyê de û mêrê wê rê nade ku stranan bibêje, ew di 19 saliya xwe de ji malê derdikeve û diçe û di sala 1963an de li radyoya xwecihî ya bajarê Dîlokê (Entabê) ya bakûrê Kurdistanê dest bi stranbêjiyê dike. Lê mêr û malbata hevjîna wê gef li wê xwarin ku wê bikujin, ji ber vê yekê ew diçe Stenbolê heta sala 1972an ku wê demê ew bû stranbêjeke navdar ku hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî stran digotin.
Gelek stranbêjên wê demê li dora wê kom dibin. Ji ber gefên malbatê ew neçar ma ku koçî Almanya bike. Li wir jî çend kaset bi Kurdî derxistin. Di sala 1979an de, ew diçe Bexdadê, li wir wekî stranbêj di Radyoya Kurdî ya Bexdadê kar dike. Piştre ew diçe bajarê Hewlêrê, li wir di navbera Bexdadê û Hewlêrê de jiyana xwe didomîne.
Dema ku li Bexdadê bi nexweşiya penceşêrê dikeve, wê xwest ku li bajarê xwe yê jidayikbûnê were veşartin. Di sala 1994an de, wê biryar da ku vegere Dîyarbekirê, lê xizm û kesûkarên mêrê wê nehiştin ku ew vegere Amedê.
Ji ber wê yekê Ew neçar ma ku li nexweşxaneyek Îzmîrê bimîne û di 18/12/1996an de li Îzmîrê koça dawî kir. Wê wesîyeta xwe ya dawî kir ku li Dîyarbekirê li kêleka dê û bavê xwe were veşartin.
Lê malbaata wê razî nabin ji ber wê jî Şaredariya Îzmîrê wê li Goristana (Bêkasan) a Îzmîrê veşart.
Şajina hunera kurdî bi bê kêl û mezar û bê navûnîşan û bê merasîma cenaze tê veşartin. Piştî 29 salan ji aliyê navenda kulturî a Amedê cenazeya wî anîn Dîyarbekirê û li kêleka dayik û bavê wî hate veşartin.

Xelat/ Kenala Gelî Kurdistan
