(Sererastkirina Rêrewê – Êşa Vejandina Partîtiyê) hat çap kirin

(Sererastkirina Rêrewê – Êşa Vejandina Partîtiyê) hat çap kirin

Di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê de, mekteba ragihandinê nûtirîn pirtûka bi navê (Sererastkirina Rêrew – Êşa Vejandina Partîtiyê) ku ji aliyê Stran Ebdulah ve hatiye nivîsandin, çap kir.

 Derbarê pirtûkê de Stran Ebdullah di pêşgotina xwe de dibêje: Ya ku heye Serastkirina Rêrewê ye, rêrewa YNKê û rêrewa rêveberî û hikûmranî  ye li Silêmaniyê û devera kesk û berpirsyartiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê li tevahiya Kurdistanê.

 Di beşeke din de jî Stran Ebdulah dibêje: Ev rêrew partiyê vediguherîne saziyeke sivîl ku tê de serkirde, efendî û hevalên tekoşînê û alîgirên siyasî,  xebatên rêxistinî û rêzên hizbî bi xwe birêve dibin û girseya YNKê teşwîq dikin bo xebat û tekoşînê  ber bi (YNK)a nû ve. Ev rêrew dê Yekîtî bike Yekîtiya caran, Yekîtiyaa xelkê, wek ku serok Mam Celal hertim digot:  Yekîtkiya we, ev destwajeye ku hertim Yekîtî dabû destê gel.

 Bi giştî, rêze gotarên ku di pirtûkê de hatine weşandin, balê dikişîne ser gotûbêjên YNKê, ji sererastkirina rêbaza YNKê heta pêşketina wê di astên cuda de.