Kurdekî sune cara yekemîne dibe parêzgarê Sine

Kurdekî sune cara yekemîne dibe parêzgarê Sine

Piştî 44 salan çara yekemîne kurdekî sune mezheb dibe parêzgarê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê.

Li gorî malpera Kurdsatnews di civîna Encumena wezîran de, serokomarê Êranê Mesûd Pizîşkiyan biryara danîna (Areş Lihonî) wek parêzgarê bajarê Sine da, ku bi xwe kurdekî sune mezhebe.

Areş Lihonî sala 1975 li bajarê Pawe a ser bi parêzgeha Sine ji dayîk bûye û xwediyê bawernameya doktoraye di aboriya navdewletî de ye, her weha pêştir jî nûnerê xelkê bajarê Pawe bûye di parlemana Êranê de û pêştir jî çendîn erkên din jî wergirtine.

Hêjayî gotinê ye ku eve duyem kurdê sune mezhebe ku postên bilind werdigre piştî Ebdulrehîm Hisên Zade ku wek cîgirê serokomarê Êranê hatibû destnîşan kirin.

 

XELAT