Bokserê Kurd li hember hevrikê xwe yê Tirk serkeftin bidest xist

Bokserê Kurd li hember hevrikê xwe yê Tirk serkeftin bidest xist

Xortekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê li welatê Almanya li hemberî hevrikê xwe yê Tirkî serkeftin bi dest xist û derket qonaxa berî dawî.

Dijwar Egîd Şêx, xortê Kurd ji dayîk bûyê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye temenê xwe 31 saliye û sala 1998`an çuye Almanyayê. Heya niha 21 lîstikên palewantiyê lîstiye û di hemû lîstikên xwe de serkeftin bi dest xistiye.

Di wê barê de xalê Dijwar ê bokser (Elî Amo) ji Sekoya Kurmancî re ragihand, tenê yek lîstika Dijwar maye ku navê wê (Bib Int Rim)e, eger Dijwar ew lîstik vexwar wê piştî wê bi palawanê cîhanê yê bokserê re bilîze.

Diyar jî kir ku, ev lîstika bokserê yê ku Dijwar bi hevrikê xwe yê Tirk re bi navê (Fatîh Alton Kaya) lîst li bajarê (Wiesbaden) ya Almanyayê bûye.