"Samya û Dexîl " piştî 9 sal qutbûn careke din bihev şabûn

"Samya û Dexîl " piştî 9 sal qutbûn careke din bihev şabûn

Dema "Samya"  jina Kurd ya Êzidî kete destê DAIŞ sala 2014`an ew salek bû ligel Dexîl ketibû jiyana hevsergîriyê, bi dirêjahiya van salan "Dexîl" çavrê kir heta serê vê mehê ku "Samya" hate rizgar kirin û bi hev şabûn û careke din zemawenda xwe li navçeya Xankê ya Duhokê zemawenda xwe kirin.

"Samya" roja 7`ê hizêranê 2023 piştî zêdetir li 8 salan di zîndanên DAIŞ de bû ligel 5 jinên din yên Êzidî li Sûriyê hatine rizgar kirin û vegeriyan cem kesûkarên xwe li Başûrê Kurdistanê.

"Samya û Dexîl" sala 2013 hevsergîrî kiribûn lê belê tenê 10 meh bi hevre jiyabûn û sala 2014`an di jenosîda Êzidiyan de ji hev qutbibûn.