Şerê Şêxmeqsûdê hat rawestandin
Duh li bajarê Helebê, komên çekadar ser bi hikumeta Sûriye dest kirin bi êrişên gelek dijwar.
Di wê êrişê de, li gorî kenala Alhedesê ku bi mûşek û tankan ew êriş li dijî herdu taxên kurdan dest pê kir û di encamê de, 3 kurd şehîd bûn û çekdarekî ji komên ser bi hikumeta Sûrî jî hate kuştin û bêhtir ji 15 kesên din birîndar bûn.
Ew şer gelek bi hêz û dijwar bû, lê piştre hikumeta Sûrî daxwaza agirbestê kir û ew şer û pevçûna di navbera komên bi nave Emşat û Hemzat de hate rawestandin.
Hêjayç gotinê ye ku kurdên Rojavayê Kurdistanê çi li Kobanî, çi li Amûdê, çi li Qamîşlo û Hesekê be, dest dane bi xwepêşandan û piştgiriya kurdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin û ji aliyên peywendîdar xwestin ku ev ceng yekser bête rawestand.
Xelat
