Li Zanîngeha Rojava Xwendekareke Penaberê Efrînê Yekeme

Li Zanîngeha Rojava Xwendekareke Penaberê Efrînê Yekeme

Xwendekara Kurd a Efrînî (Mîdiye Xelîl Elî) ku ji ber rewşa Efrînê koçberî Şehbayê bûn, ji Şehbayê jî ji buna xwendina zanîngehê berê xwe dide herêma Cizîrê û li wir dibe xwendekara kolêja mafnasî ya zanîngeha Rojavayê û di xwendina xwe ya îsal de li ser asta Rojavayê Kurdistanê yekem derçûye.

Hêjayî gotinê ye ku (Mîdiye Xelîl Elî) piştî dagîrkirina Efrînê koçberî Şehbayê bû, di rewşeke gelek zehmet û dijwar de tevî malbata xwe jiyan dikir, ew li gel xwîşka xwe Zîlan Xelîl Elî berê xwe dane zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê û Zîlanê xwendina xwe ya wergerandinê bi serkeftî bi dawî kir û Mîdiye jî wiha dibe xwendekara yekem di Rojavayê Kurdistanê de, ev yek dide nîşandan ku dema ku mirov hêvîdar be û omêdwar be di jiyanê de, wê her encamên baş û serfiraz bi dest bîne.

Di demeke nêzîk de emê çavpêkaftinekê di vê derbarê de biweşînin…

XELAT