Rêxistina Hîwa ji bo Aştiyê li Silêmaniyê gelek çalakî lidarxistin
Rêxistina Hiwa ya Aştiya Civakî, li hola Hotêla Mastura ya bajarê Silêmaniyê, çendîn çalakî lidar xistin û hejmarek ji kesayetiyên navdar ên Êraqî û Herêma Kurdistanî ji serkirde û kesayetên pêşketî, rojnamevan û çalakvan xelat kirin.
Di merasimê de çendîn kesayetiyên navdar ên Êraq û Herêma Kurdistanê ku beşek ji wan Kurd in, amade bûn.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA, di nav wan xelatgeran de berpirsê borda ragihandinê ya YNKê rêzdar (Letîf Nêrweyî) û qayîmqamê Silêmaniyê Awat Mihemed û serokê sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê - şaxê Silêmaniyê (Kerwan Enwer) û rêzdar kak (Ebas Ezîz) jî hatin xelatkirin.
Her weha hejmarek ji kesayetiyên navdar ên Êraqî ji bo beşdariya di merasimê de gihîştin Silêmaniyê û di destpêka çalakiyên xwe de serdana mezara rewanşad Serok Mam Celal Talebanî kirin û destegul danîn ser mezarê wî.


XELAT
