Zanîngeha Silêmaniyê di rêzbenda zanîngehên Erebî de ye

Zanîngeha Silêmaniyê di rêzbenda zanîngehên Erebî de ye

Zanîngeha Silêmanî di rêzbenda zanîngehên erebî ya sala 2024`an de ji (238) zanîngehên beşdar li welatên erebî di rêza (71-80) de ye, ku ji aliyê saziya Taymzê ya Xwendina Bilind (Times Higher Education) ve hatiye encamdan.

Rêzkirinên Zanîngehên Erebî yek ji rêzên Enstîtuya Times bo Xwendina Bilind e û li ser bingeha pîvanên ( Jîngeha Lêkolînê, Qalîteya lêkolînan, Navnetewîbûn, Bandora li ser civakê) performansa zanîngehên bîst û du welatên Erebî dinirxîne.

Di rêzbendiyê de nirxandin  ji bo Zanîngehên van welatan (Cezayîr, Bahreyn, Komoros, Cîbûtî, Misir, Êraq, Urdin, Kuweyt, Lubnan, Lîbya, Morîtanya, Fas, Oman, Filistîn, Qatar, Erebistana Siûdî, Somalî, Sûdan, Sûriye, Tûnis, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Yemen) hatiye kirin.

XELAT