Sekoya Kurmancî pêşwazî li nivîskarê kurd Kakşar Oremar kir

Sekoya Kurmancî pêşwazî li nivîskarê kurd Kakşar Oremar kir

Roja çarşemê 7/2/2024 nivîskarê Kurd yê navdar ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê (Kakşar Oremar) serdana navenda Sekoya Kurmancî û malper û rojnameya Xelatê kir û rewşa wêje û çanda kurdî hate gotûbêj kirin.

Nivîskarê Kurd yê qedirbilind (Kakşar Oremar) ji aliyê berpirsê Sekoya Kurmancî û sernivîserê rojname û malpera Xelatê Hozan Efrînî û cîgirê sernivîser Dawûd Çîçek û pêşkêşkara Bernama Jiyana Kurmanca Roşîn Serêkanî ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Stafa Sekoya Kurmancî hêjmara sifir ya rojnameya Xelatê ku babetek ya mamosta Kakşar Oremar jî li ser devera Urmiyê ye hatibû weşandin pêşkêşî rêzdarî kir. Ji aliyê xwe ve Kakşar Oremar kêfxweşî û spasiya xwe pêşkêşî Xelatê kir û kar û xebata Xelatê bi pîroz nirxand.

Her weha mamosta Kakşar Oremar behsa giringîdana bi çand û wêje û hunera Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir û bi taybetî jî giringîdana bi hunermendên jin yên Kurd ku gelekî êş û azar û zehmetî kişandine di jiyana xwe ya hunerî de.

Di dawiyê de Kakşar Oremar ji stafa Sekoya Kurmancî re got: "Ji min re serbilindî bû ku me ji nêzve hev dît ewqas qedirnasî û rêzdariya we ji min re cihê teqdîreke bêdawî ye, her hebin".

Ji aliyê xwe mamosta Hozan Efrînî bal kişand ser kar û xebata sekoya Kurmancî û û rojnameya Xelatê ji bo xizmeta çand û huner û wêjeya kurdî û ya Kurmancan bi taybetî û kêfxweşiya xwe bi wê serdanê anî ziman.

Rojnamevan Dawûd Çîçek jî ji aliyê xwe behsa giringiya hemahengî û hevkariyê di navbera nivîskar û rojnamevanên Kurd de kir ji bo xizmeta wêje û çanda Kurdî û kêfxweşiya xwe bi wê serdanê nîşan da.

Hêro Xan û Kakşar Oremar /sal 2013

 XELAT