Berpirsê Mekteba Ragihandinê û Hoşyarî bi stafa radyoya DGK re civiya

Berpirsê Mekteba Ragihandinê û Hoşyarî bi stafa radyoya DGK re civiya

Berpirsê Mekteba Ragihandinê û Hoşyarî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (Îmad Ehmed) bi amadebûna berpirsê bordê ragihandinê Letîf Nêrweyî li gel stafa radyoya Dengê Gelê Kurdistanê civiya.

Civîn li salona Kurdistana Nû li mekteba ragihandinê birêveçû. Di destpêkê de Birêvebirê Giştiyê Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê (Dilbend Mistefa) sebaret bi erkên radyoyê û guhertinên di sê salên bihorî de rûdane bi dirêjî nirxand.

Piştre jî Endamê Mekteba siyasî û Berpirsê Mekteba Ragihandinê û Hoşyarî ya YNK`ê (Îmad Ehmed) siyaseta nû ya ragihandina YNK`ê ji bo kadir û karmendên radyoya Gelê Kurdistanê destnîşan kir û her weha Berpirsê bordê ragihanbdinê Letîf Nêrweyî beşek ji bîranînên xwe wek karmendê radyoyê anî ziman.

Ji aliyê xwe ve jî rojnamevan Hozan Efrînî ku bernameya (Xelata Kurmanca) di radyoya DGK`ê de û hem jî sernivîserê rojnama û malpera Xelatê ye, behsa xebata (Sekoya Kurmancî) û giringiya wê di nava mekteba ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, her weha pêwendiyên wê bi kurmancên her çar parçeyên Kurdistanê û Qefqasiya û cîhanê anî ziman.

Civîn bi diyalok û têbînî û pirsyarên rojnamevanên radyoyê berdewam bû, bersîv jî ji aliyê her yek li Îmad Ehmed û Letîf Nêrweyî ve hatin dayîn.

XELAT