Qubad Talebanî: Em ligel yekrêzî û yekîtiya navxweyî ne

Qubad Talebanî: Em ligel yekrêzî û yekîtiya navxweyî ne

Serpereştiyarê Mekteba Sekretariyeta Serok Mam Celal (Qubad Talebanî) ragihand, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ligel yekrêzî û yekîtiya navxweyî ye û herdem me xwestiye peywendiyên gelek baş li gel aliyên siyasî de hebe.

Qubad Talebanî bi mekteba rêxistinên YNK`ê re civiya û behsa wê yekê kir, YNK`ê pêgehek mezin heye ji ber wê jî hertim çaverêya tiştên baştir lê tê kirin û bo vê mebestê divê em xwe birêxistin bikîn.

Amaje bi wê yekê jî kir, siyaset û prensîpên YNK`ê nehatine guhertin û hemû deman ligel dadweriya darayî û peywendiyên tendurist bûye li gel Bexda.

Tekez jî kir, YNK`ê darêjerê federaliyeta Êraqê ye û avaker û parêzerê qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên wê ye.

Derbarê hilbijartinan de Qubad Talebanî got, Em digel wê yekê nebûn ku hilbijartin bên paşvexistin û niha amadekariyên me hene û dibê hilbijartin werin kirin û divê mafê hemû pêkhateyan were parastin.

Sekoya Kurmancî