Merasîma veşartina cenazeyên 39 qurbaniyên jenosîda Şengalê
Bi amadebûna malbatên qurbaniyan û kesayetên olî yên Êzidî, merasîma veşartina cenazeyên 39 qurbaniyên jenosîda Êzidiyan li Şengalê birêveçû.
Li gor malpera `Destpêşxeriya Nadiya Murad` pişt nêzîkî 9 salan ji çaverêkirinê kesûkarên qurbaniyan karîn cenazeyên 39 qurbaniyan ji gorên komî yên devera Şengalê derxînin û veşêrin.
Li gorî `Destpêşxeriya Nadiya Murad` hîna bi dehan gorên komî li navçeyên cuda cuda yên Şengalê hene ku çaverêya vekirina wan goran in.