Rûfatên 172 Enfalkiriyan bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin

Rûfatên 172 Enfalkiriyan bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin

Îro roja şemiyê 13/1/2024 rûfatên zêdetir li 170 enfalkiriyên devera Germiyanê dighêjin axa pîroz ya Kurdistanê û di merasîmeke hêja de wê bêne veşartinê.

Qaymeqamê navçeya Çemçemalê Remezan Remik bi daxuyaniyekê ji ajansa PUKMEDIA re ragihandiye ku: Bi amadebûna xanima yekem ya Êraqê (Şanaz Îbrahîm Ehmed) rûfatên 172 enfalkiriyan ji Bexdadê berev axa Kurdistanê têne şandin.

Amaje bi wê yekê jî kiriye ku piraniya wan rûfatan vedigerin devera Çemçemalê û di çend rojên bê de wê bi merasîmeke taybet bêne veşartinê.

Li gorî amaran piştî azadkirina Êraqê 270 gorên komî hatine kolandinê û hîna bi dehan gorên komî hîna mane û nehatine kolandin ku beşê herî zêe dikevi sînorê di navbera parêzgeha Dîwaniye û Semawe û Necefê.

XELAT