Piştevaniya Encumena Penaberan ji bo Rêxistina Mafên Mirovan li Efrîn
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrîn deng û doza adil a Efrîn û hemû Rojavayê Kurdistanê ye. Serokê wê, Îbrahîm Şêxo, jî yek ji çalakvan û xebatkarên herî wêrek e, ku 24 demjimêran bê navber, maf û azadiyên gelê me diparêze û dixebite. Em bi we û piştgirên we re ne, birêz Îbrahîm.
Em bi rêxistina we û têkoşîna we ya mezin re di nav hevkariyê de ne, û em hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser û rayedarên peywendîdar dê destê alîkariyê dirêj bikin da ku hûn bikaribin parastina mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê bidomînin.
Li vir, em wek Encumena Penaberan a Kurd, bi hemû rêzgirtinê bi Rêxistina Mafên Mirovan re di nav hevkariyê de ne, û em her weha çalakvanên Kurd ên li welatên Ewropî û deverên din ên ku di xebata mirovî de dixebitin, han didin ku destê alîkariyê û hevkariyê dirêjî vê rêxistina çalak bikin ku mafên mirovan li Efrîn û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê parastiye, diparêze û wê biparêze jî.
XELAT
