HORÎ- Biryarnameya Serokê Sûriyê derbarê Kurd
Siyasetmedarê Kurd û hevalê dêrîn yê rewanşad serok Mam Celal Talebanî (Selahê Mûsê) roja şemiyê 17/01/2026 bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Biryarnameya Serokê demkî yê Sûriyê ya derbarê gelê Kurd a jimare 13 hate gotûbêj kirin û di wê hevpeyvînê de siysetmedar (Selahê Mûsê) bal kişnd ser xalên biryarnameya Serokê Sûriyê Ehmed Şerih û tekez kir ku divê ew biryarname di destûra daîmî ya Sûriyê de werin bicih kirin.
Selahê Mûsa da zanîn ku divê hemû pêkhateyên Sûriyê bi kongireyekê li hev rûnin û çarenivîsa Sûriyê gotûbêj bikin û destûrek nû ji bo Sûriyê were amadekirin û mafên hemû pêkhateyan di destûreke daîmî de werin bicih kirin.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
Xelat
