Ji Yêrîvanê Tîtalê Keremê Seyad mêvanê bernama HORÎ ye

Berpirsê Beşa Kurdî ya Radyoya Yêrîvanê û berpirsê rojnameya Kurdî bi zaravayê Latînî (Riya Teze) Tîtalê Keremê Seyad, behsa giringiya Radyoya Yerîvanê ku li Eremenistanê weşanên xwe dike ji bo gelê Kurd dike.

Bernama (HORÎ) li cihê bernameya (Xelata Kurmanca) tê weşandin ku ji aliyê rojnamevan (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê û babeta yekem xeleka bernameya HORÎ bi mêvandariya Tîtalê Keremê Seyad e li ser giringiya Radyoya Yerîvanê bo Kurd.

Mamosta (Tîtalê Keremê Seyad) ku kurê rojnamevanê bi navûdeng û nivîskarê mezin Keremê Seyade ragihand û got; bavê min Keremê Seyad meha Adarê sala 2021`an koça dawî kiriye piştî 56 sal karê xwe yê nava radyoya Yêrîvanê de û piştî nexweşiyê koça xwe ya dawî kir.

Li ser giringiya radyoya Yêrîvanê beşa kurdî ji bo kurmancan, Tîtalê Keremê Seyad diyar kir ku; Radyoya Yêrîvanê di nava dîroka Kurd û Kurdistanê de roleke giring lîstiye û ev radyo di nava Kurdan de tiştekî nû bû, her çiqas di heman wan salan de radyoya Bexdadê ya bi Kurdî hebû lê ya Yêrîvanê cihekî xwe ya taybet hebû di nava civaka Kurd û Kurdistanê de.

Da zanîn jî ku, dema radyoya Yêrîvanê dest bi weşana xwe kir ew hîn nehatibû dunyayê lê bi gotina guhdarên radyoyê, bi saya radyoya Yêrîvanê ew bi kurdîtiya xwe hesiyan di wextekê de ku zimanê Kurdî li hin parçeyên Kurdistanê qedexe bû.

Her weha radyoya Yêrîvanê di nava çand û kultura Kurdî de rolek giring lîstiye çi di warê stranên kurdî û çi şanoya kurdî. Ew yek jî eşkere kir ku bavê wî carekê gotina `Kurdistan` li ser radyoyê gotiye ji Moskoyê mudaxele hatiye kirin û rê nedidan navê Kurdistanê bê gotinê. Dema navê Kurdistanê tê gotin dewleta Tirkiyê giliyê xwe gihandibû Rûsyayê û Moskoyê hişyarî dabû Ermenistanê. Lê piştî hilweşîna Sovyetê gelek azadî zêdetir hate holê ku radyoya Yêrîvan behsa Kurd û Kurdistanê û şoreşa Kurdî dike bi eşkere. Got jî" Radyoya Yerîvan bi herfên zêrîn navê xwe hatiye nivîsandin çûnkî hemû Kurd nas dikirin."

Eşkere jî kir ku, rehmetiyê Heciyê Cindî û xanima wî Zeyneba Îbo destpêkê di radyoya Yerîvanê de kar kirine, piştre salên 1937-38`an hate girtinê heta sala 1955`an û dîsa hate vekirin û heta îro weşana xwe didome. Ez bi xwe jî niha hem di radyoya Yêrîvan de û hem jî rojnameya Riya Teze de dixebitim û karên me berdewamin.

Tîtalê Keremê Seyad ew yek jî anî ziman ku, dema radyoya Yerîvanê sala 1955`an de vekirin rehmetiyê Casimê Celîl du salan berpirsyarê beşa kurdî bûye piştr jî rehmetiyê Xelîl Muradov (Xelîlê Çaçan) ji 1957 heta sala 1981``an berpirsyarê beşa kurdî bûye, pişt wî re jî rehmetiyê Ehmedê Gogê bûye ji (1981- destpêka salên 1990) heta hilweşîna sovyetê ku wê demê 14 xebatkarên radyoyê hebûn, piştî hilweşîna Sovyetê , Ermenistan kete rewşeke gelekî giran. Di navbera Azerbeycanê û Ermenistanê de jî pirsgirêka erd serî hilda û şer destpê kir û rewşa aborî gelekî xirabû, bavê min (Keremê Seyad) wî çaxî 12 kîlo metran dimeşiya heta ku dighîşte radyoyê  û vedigeriya malê wî demî gelek xebatkarên radyoyê koçber bûn û bavê min bi tenê ma, ez jî ji wî çaxî ve di radyoyê de dixebitim ji 1990 de tevî babe xwe em bi piya 12 kîlo metran dimeşiyan. Bavê min ji sala 1960`an hatibû radyoyê ku berî wê rojnamevaniya rojnameya Ermenî û ya Rûsî dikir. Sala 1960 ku wî demî Xelîlê Muradov berpirsyarê radyoy bû bavê min vexwend daku di radyoyê de kar bike. Babê min heta sala 2016`an di radyoya Yerîvanê de xebitî û piştre jî nexweş ket. Xwûşka min jî di radyoyê de kar dikir û heta roja îro em berdewamin di karên xwe de.

Derbarê karên Sekoya Kurmancî û malper û rojnameya Xelatê de jî Tîtalê Keremê Seyad got: Tiştekî gelekî başe Sekoya Kurmancî hatiye vekirinê û ez pîroz dikim û hemû xebatkarên Xelatê silav dikim.

Amadekirin: Dawûd Çîçek

XELAT