Zozanî: Mam Celal Yekem Serokomarê Hilbijartî yê Êraqê bû

Zozanî: Mam Celal Yekem Serokomarê Hilbijartî yê Êraqê bû

Cîgirê Serokê Saziya Serok Celal Talebanî siyasetmedarê Kurd (Yûsif Zozanî) ragihand, piştî nexweşketina serok Mam Celal Talebanî û dûrketina Wî ji qada siyasî, derket holê ku çi ziyanek mezin gihêştiye welat û ew aramî û seqamgîriya ku ragirtibû wek xwe nemaye.

Di salvegera yekem hilbijartina serokomarê Kurd di dîroka Êraqê de, Yûsif Zozanî di romaleke taybet ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê derbarê wê bîranînê de axivî û got: Serok Mam Celal bû yekem siyasiyê Kurd di dîroka Êraqê de ku postê serokê welat li stûyê xwe bigre, her weha yekem serokomarê hilbijartiye ku ji aliyê Encûmena Nûneran a Êraqê ve hate hilbijartin û di dîroka vî welatî de hemû pêkhateyan bi yek çavî seyrî Mam Celal dikirin û rêz jêre digirtin.

Yûsif Zozanî got jî: Di serdema Serokomar Mam Celal de ji ber siyaseta jîrane û hakîmane ya Mam Celal lihevhatin û birayetî di navbera aliyên siyasî yên Êraqê de çêbû, bi vê yekê jî aliyên siyasî ew kiribûn lêvegera xwe ya serekî û di hemû pirsgirêkan de ji bo dîtina çareseriyê berê xwe didan serokomar, ku bibû sêwan û parêzerê hemû Êraqiyan bi Kurd û Ereb û Turkman û Kildan û Aşûrîyan.

Zozanî amaje bi wê yekê jî kir ku, Piştî nexweşketina Mam Celal û dûrketina wî ji qada siyasî derket holê ku welat çi ziyaneke mezin lêketiye û ew aramî û seqamgîriya ku ragirtibû wek xwe nemaye.

Zozanî tekez li wê yekê jî kir û got; Di niha de jî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê (Bafil Celal Talebanî) dirêjpêderê heman siyaseta serok Mam Celal e ku di dema bihorî de peyrew dikir. 

XELAT