ROJAVA- Helwêstên Amerîkayê piştî êrîşa Palmêrayê

 Çavdêrê Ramyarî Ehmed Muslim, roja Çarşemê 17/12/2025 ji Almanyayê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de helwêstên Amerîkayê piştî êrîşa Palmêrayê hate gotûbêj kirin, Çavdêrê Ramyarî Ehmed Muslim ragihand ku, piştî wê êrişa endamekî ser bi hêzên ewlekariyê ya hikûmeta vegûhêz a Şamê li dijî hêzên Amerîka helwêsta Amerîka li hemberî hikûmeta Ehmed Şerih hate guhertin.

Her weha piştî wê êrîşê Amerîka bi hişyarî êdî reftarê ligel hikûmeta vegûhêz dike ew yek jî aşkira bû ku take hêza pêbawer ya ku bikare weku hevpeyman li gel hêzên Amerîka şerê terorê bike hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê û Rojavayê Kurdistanê ye.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 XELAT