Çavdêrê siyasî Îbrahîm Îbrahîm: Kerkûk ruhê Kurdistanê ye

Çavdêrê siyasî û nivîskar û rojnamevan (Îbrahîm Îbrahîm) ku bi xwe xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye tekez kir û got, "Kerkûk ruhê Kurdistanê ye".  

Xeleka vê carê ya Xelata Kurmanca ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin, li ser giringiya hilbijartinên çarenivîsaz yên li Kerkûkê û deverên veqetandî yên Kurdistanî ye bi mêvandariya (Îbrahîm Îbrahîm) çavdêrê siyasî û nivîskar û rojnamevan kurde.

Îbrahîm Îbrahîm diyar kir ku; dîrokiya Kerkûkê girêdayî ye bi dîroka hemû gelê Kurde û Kurdistanê, divê em Kerkûkê biparêzin, ev hevrikiya  hilbijartinên îro li Kerkûkê birêve diçin, wek giringiya raperîna sala 1991`ê  ya başûrê Kurdistanê ye û ji proseya refarandomê giringtire.

Îbrahîm Îbrahîm ew yek jî da zanîn ku, Kerkûk kurdiye û dema di destê xwediyên xwe yên rasteqîne de bê wê demê mafê hemû pêkhateyên din jî parastî dibin. Jiber ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê baweriya xwe bi biratiya gelan û pêkvejiyana hemû pêkhateyên din heye.

Îbrahîm Îbrahîm tekez kir û got: "Kerkûk wijdana Kurdistanê û ruhê Kurdistanê ye û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê xwedî projeyekî şaristaniye wê kanibe cudabûna li Kerkûkê hembêz bike û pêkvehiyana pêkhateyan biparêze.

 

XELAT