Dr. Omer Şêxmûs behsa 50 salên xebat û tekoşîna YNKê dike

Endamê Desteya Damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Omer Şêxmûs bi boney Yûbîla Zêrîn a YNKê roja çarşemê 28/5/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .

Di wê hevdîtinê de Dr. Omer Şêxmûs ku bi xwe ji Rojavayê Kurdistanê ye û yek ji endamê desteya damezrêner yê YNKê ye, 50 saliya damezrandina YNKê di serî de li rewanşad Serok Mam Celal Talebanî û li hemû şehîdên şoreşê û pêşmergeyan û li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di wê hevdîtinê de Dr. Omer Şêxmûs behsa giringiya rola Serok Mam Celal di avakirina YNKê û jinûve destpêkirina şoreşê û vejandina doza kurd kir û ew biryara dîrokî ku YNKê da ji bo rizgariya gelê kurd ku di salên 90`an bi raperîna gelê kurd gihêşte encamê û di sala 2003`an de jî bi rûxana rêjîma Sedam Hisên tekoşîna netewî tacîdar bû.

Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî  ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

XELAT