ROJAVA- Gefên li ser kurdan
Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanê (Siyamend Haco) roja yekşemê 7/9/2025 ji Rojavayê Kurdistanê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de gefên li ser Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hate gotûbêj kirin, Siyamend Haco ragihand ku Hêzên hevpeymaniya navdewletî çend salin pêkve digel hêzên Sûriyeya Demokratîk kar dikin û pêwendiyekî baş heye û nabe HSD`ê çekên xwe deyne.
Her weha da zanîn ku divê hemû pêkhateyên Sûrî pêkve bi hemahengî kar bikin ji bo diyarkirina paşeroja Sûriyê. Diyar jî kir ku armanca wan federalî ji Kurdan li Sûriyê dixwazin û parlemanterên herêmî hebin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
