Dîroka 12 hezar salî ya Hesen Kêf bi temamî binav bûye
Navçeya Dîrokî û yê Kevnar Hesen Kêfê ku bajarokeke Bakurê Kurdistanê ye û li parêzgeha Êlihê ye, ku çemê Dîcleyê jê diherike û bajêr ji hev vediqetîne. Her wiha Hesen Kêf li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye û cîhanê cihekî geştiyariyê yê girîng e.
Beriya ku bajar binav bibe, her sal bi hezaran geştiyar serdana deverê dikirin. Lê piştî temambûna bendava Alîso di sala 2020’an de ev berhema dîrokî û girîng a geştiyariyê ya Bakurê Kurdistanê bi temamî di bin avê de ma. Di sala 1981ê de Hesen Kêf wek şûnwarekî xwezayî hat nasandinê.
Rojnamevanê navdar ê parêzgeha Batmanê ya Bakurê Kurdistanê (Fethî Balaman) di vê derbarê de ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihand: Mixabin piştî temambûna Bendava Alîso di sala 2020an de, dîroka 12 hezar salî ya Hesen Kef û Kurdistanê bi temamî di bin avê de maye, ji bilî çend deverên din ên girîng ên aborî û dîrokî yên Êlih, Sert, Merdîn, Xerzan û Çemê Botanê di bin avê de man.
Her weha bajarokê mezin û ya şûnwarî Hesen Kêf û nêzîkî 200 gundên wê herêmê di bin avê de man û xelkê deverê ji cih û warên xwe bûn û koçberî navçeyên din ên Kurdistan û Tirkiyê bûne. Lê niha li ser Çemê Dîcleyê mijûlî avakirina Hesen Kêfeke nû nû ne.
Fethî Balaman got jî: “Di sala 1992’an de Êlih (Batman) bû bi parêzgeh û aboriya sereke ya bajêr li ser bingeha petrolê û şûnwarên geştiyariyê yên Hesen Kef bû, ji ber ku her sal bi hezaran geştiyar ji çar aliyên cîhanê serdana Hesen Kefê dikirin û ji aliyê aborî ve bi taybetî ji bo bajarê me gelek girîng bû. Li herêmê gelek otêl hebûn ku bi şev û roj ji geştiyaran re vekirî bûn."
Her weha diyar jî kir ku: Piştî binavbûna Hesen Kêfê , dahata aborî ya gelê herêmê bi giştî ji destê wan çûye. Ji bilî wê jî deverên şûnwarî yên Hesenê Kêfê qadeke mezin û girîng bû, ji bo masîgiran û ajalvanan. Her weha jî piraniya şêniyên bajêr ji kurd û ereban pêkhatibûn, lê niha piraniya şûnwarên girîng ên Hesen Kef di bin avê de ne.
XELAT/Kurdistanî Nwê
