Husên Hebeş: Nivîsandina bi zimanê Kurdî rûmet e, hebûn û parastina hebûnê ye
Husên Hebeş:
-Nivîsandina bi zimanê Kurdî rûmet e, hebûn û parastina hebûnê ye..
- Efrîn dayika min e... Efrîn helbesta min ya herî bilind û gewre ye...
- Mam Celal rêberekî gewre bû û yekî wek wî tucarî dê neyê dubarekirin...
-Ez beşdarî gelek festîvalên li çaraliyê cîhanê û li welatên cuda bûme...
- Helbestên min bêtirî 40 zimanên navnetewayî hatine wergerandin...
Kovara Xelatê hevpeyvîneke taybet ligel helbestvanê kurd yê cîhanî û navdewletî Husên Hebeş re pêkanî, Husên Hebeş xwediyê bi dehan berhemên çapkirî û xelatên navdewletîye… Hebeş behsa meşa xwe ya çandî û hunerî ku ji gundê xwe Şiyê ya Efrînê destpê kir û berdewamiya gera xwe li welatên cîhanê û nasandina helbesta Kurdî ji cîhanê re dike ... gelek tiştên balkêş û giring di vê hevpeyvînê de bibînin û bixwînin... Fermo eve jî naveroka hevpevînê ye:
**Destpêkê em dixwazin we nas bikin Husên Hebeş kî ye ji kuderê ye hinekî jiyana xwe ya zarokatî û gencîtî û xwendinê ji me re rave bike?
-Ez ji bajarokê Şiyê me, ku ew girêdayî bajarê Efrînê ye û li Rojavayê Kurdistanê ye. Ti cudahiyeke mezin di navbera zarokatiya min û piraniya zarokên Kurd li seranserê Kurdistanê tune ye! Zarokatiyek bêguneh û lihevketî bû, aram û ne aram bû, dilovan û sert bû, tehl û şîrîn bû, hişk û nerm bû (bêguman piraniya caran hişk bû). Zarokatiyek wisa wek xwe bû, wek çûkên kovî bû, wek gurên biçûk yên ku li sibehê ji şikeftan derdiketin û hewl didan jiyanê himbêz bikin! Zarokatiyek ku di nav xwezayê de mezin bû, di nav darên zeytûnan û rêzên rezan de, di nav keskayî û zeviyên genim de. Zarokatiyek bi çûk, perperîk, sîsirk û dewaran re mezin û mijûl dibû, bi dafik û nêçîrê mijûl dibû...! Zarokatiyek tê de pêlîstokên ku zarokan bextewar û şad dikin tune bûn, lê tinebûna pêlîstokan hinek sûda wê jî hebû! Wê tinebûnê em dikirin peydakarên bicûk û me her tişt bi xwe çêdikir: Otomobîl, traktor, motorsîkil, dafik, gok, top û tivink û gelek pêlîstokan din, carinan hinek ji wan pir bi tehlûke bûn jî! Ev qonaxa jiyanê li bajarokê min Şiyê bû. Ciwantiya min li Efrîn û Helebê bû, ku min li wan herdu bajaran xwend. Min salekê li Efrînê xwend, paşê li Helebê ta ku ez derbasî zanîngeha wê bûm û min di fakulteya yasayê dest bi xwendinê kir, lê ji ber hinek sedeman min ew xwendin bi dawî nekir! Li vir divê bê gotin ku zanîngehê bandoreke pir girîng li jiyana min kir û guhartinên pir mezin tê de çêkirin, di wê demê de, min bê vehes û westandin pirtûk xwendin, gelek tiştên nû fêrbûm, sûd û ezmûn wergirtin, ji dandin û standina di navbera xwendekaran de fêrî pir tiştên hêja bûm, ango paşxaneya min di zanîngehê têr û tijî bû... Piştî wê, min ji xwe re got berî ku tu werî girtin yan bê avêtin zindanekê yan jî te bibin xizmeta laşkerî ji bo ereban, her tiştî li şûn xwe bihêle û ji vî welatê hov dûr bikeve, ew welatê ku tenê bêhna kufik, nerihetî, nemirovahî û mirinê jê tê, û min biryar da ku jê derketim û dûr biçim...! Li Ewropayê, û bi taybetî li Almanyayê, jiyana min ya wêjeyî ya rastîn dest pê kir...
**Têkiliya we bi Efrînê re çawa ye, û hûn çawa wê dibînin?
-Bêguman Efrîn dayika min e. Ew dayik/axa ku ez jê û li ser ji dayik bûme ye. Ew axa ku min bi kûrahî bêhna wê kiriye û tucarî ji hilma min dernakeve! Ew axa ku ez di kolan, şivêle û rêyên wê re çûme û hatime. Ew axa pîroz ku ez di nav xewnên wê, xeyalên wê, ewrên wê, barana wê, herikîna kaniyên wê, çemên wê, sûlavên wê û newal û bilindiya çiyayên wê de geryam me û bi kûrahî jê hez kiriye. Ew cihê jidayikbûna dil û giyanê min e, çavkaniya hesret, bêrîkirin û evîna min ya hem demî ye... Ji ber vê yekê ew hezkirin e, ew dayik e, ew axa bi rûmet û pîroz e ku bi mîlyonan darên zeytûnan li pêşiya balkonên wê yên bilind mîna deryayên kesk xuya dikin! Ez li gelek parzemîn, welat û bajaran, li rojhilat û rojava, li bakur û başûr geriya me, lê hesret û bêrîkirina min her dem ji bo wê axa pîroz e û her dem jê re ye, ku niha ew ji aliyê zordariya dagirkerên hov ve dinale û pir diêşe... Hebûna min, tevî dûrbûna min jê, bi wê ve girêdayî ye! Ew dayik, can, dil û evîn bû û hîn jî ew e. Efrîn helbesta min ya herî bilind û gewre ye...
**We antolojiyek helbestên navneteweyî bi Îngilîzî û Spanî bi navê "Aştî ji bo Efrînê... Aştî ji bo Kurdistanê" amade kirbû, hûn dikarin hinekî li ser wê biaxivin?
-Erê, li vir pêdiviyek heye ku hinekî li ser vê antolojiyê biaxivim! Di sala 2018an de, dema ku Efrîn û 365 gundên wê di telûkeyeke rast û mezin de bûn, û tirkên hov dest bi êrîşkirina wê kiribûn, min bangek li nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên cîhanê kir ku piştgiriya bajarê dilê min bikin! Bêtirî du hezar kesayetên navneteweyî bang îmze kirin, di nav wan de nivîskar, helbestvan, xudî raman, hunermend, fîlozof, derhinêr, lîstikvan, şanoger, şêwekar û hunermendên dîtbarî hebûn. Min bawer nedikir ku ev piştgiriya mezin bi bajarekî ku hema hema ji bîrkirî û ne di bala cîhanê de bê kirin! Piştî ku ew bi tevahî hate dagirkirin û mirovên wê (di nav de malbata min jî) hatin koçberkirin, min bangek din li helbestvanên cîhanê kir ku li ser bajarê dagirkirî, birîndar, êş kişandî û binpêkirî binivîsin. Gelek helbestvanên ku ji çar aliyên cîhanê bersiva banga min dan û li ser Efrîna me ya delal helbest, hest û helwestên xwe nivîsandin û piştgiriya xwe ya mezin jê re diyar kirin. Ji ber vê yekê ev antolojiya çêbû û li Berlînê bi navê "Aştî ji bo Efrînê... Aştî ji bo Kurdistanê" ji çapxaneya Sersera, ronahî dît. Bêguman, li vir divê ez spasiya helbestvana Taywanî Miao Yu Tu bikim, ku wê jî di amadekirina antolojiyê de alîkariya min kir...
**Husên Hebeş di çi temenê xwe de dest bi nivîsa helbestê kir, gelo helbest ji bo we armanc bû yan we dixwest bibûna tiştekî din û hûn ketine deryaya helbestê?
-Dibe ku di temenê çardeh saliyê de min dest bi nivîsandina helbestê kiribû, ew di bin bandora helbestvanê mezin Hamid Bedirxan de bû... Ez nizanim helbest armanca min bû yan na! Lê peyvan gelek bala min dikişandin. Ez bi rûmetî ber bi wan ve diçûm, di hişê xwe digerandin û min bi kûrahî hizirên xwe pê dikirin, bedewiya wan ez matmayî dihiştim û sermest dikirim...! Çîrokên şevan yên ku ji hêla mezinan ve dihatin gotin, ez pir pê mijûl dibûm û min pir jê hez dikir, ez heta derengiya şevê li ser wateyên wan di nav nivînê de diramîm. Bi heman awayî, min efsûna stran û destanên ku ji hêla cîranekî me, stranbêjê "Memê Alan" Elî Ekaş ve hatine stran û gotin bi kûrahî hest dikir... Dibe ku ev evîn û girêdana bi peyvan re bû sedema ku ez paşê ber bi derya û grava mezin ya helbestan ve herim!
**Helbest ji bo we çi ye, çi rola wê heye?
-Li despêkê dixwazim bêjim ku helbest çavkaniya hebûn û berdewamiya min e, ew tenê di nav min û cîhanê de hevsengiyê pêk tîne! Ew tiştê herî bedew û xweş e di vê cîhana ne aram û lihevkî de! Tenê ew nirx, bihabûn û wateyê dide jiyanê, bi kêmasî jiyana min! Ji bo helbestê min qurbaniyek mezin daye û hîn jî didim û tucarî jî ne poşman im. Lê ji berî ku helbest bi kar û barê xwe rabe, divê li destpêkê bi bedewiyek bilind û ciwaniyeke xurt were nivîsandin û tucarî dev ji huner û têknîka xwe bernede û wê winda neke... Ez bawer dikim ku ew roleke sereke di afirandin û peydakirina evînê de dilîze, ew dikarê dilê mirovan bîne ba hev û piran di navbera wan de ava bike! Ew rêzê ji mirovahî û mirovan re digire bêyî ku bi nijad, ol, raman, bawerî û felsefeya wan ya di jiyanê de hizir bike. Helbest her dem hişyar e û ji birînên me, birînên gelên bindest yên ku zorî, kuştin, bindestî û îşkenceyê dikişînin re çav vekiriye. René Char dibêje ku “Bindest dizanin ku helbest birayê wan yê mezin e”. Belê, helbest birayê me yê mezin e û xwişka me ya nirxdar e...
**Husên Hebeş navekî wî mezin li cîhanê heye lê çima di nava kurdan de bêdeng e, sedem çine gelo, rewşa Kurdan bûye sedem yan sedemên din hene, nêrîn we?
-Ez nizanim gelo ew bi rastî wisa ye an na! Lê eger wisa be, divê ev pirs ji Kurdan were kirin, ji wan kesên ku di wêje, çand, rewşenbîrî û di medyayî de kar dikin were kirin... Lê ev ewqas ji bo min ne pir girîng e, ya girîng ew e ku ez helbesta xwe, zimanê xwe û ramanên gelê xwe hildigrim û li çar aliyên cîhanê digerînim, ji cîhanê re behsa bedewiya helbesta û zimanê Kurdî dikim, behsa gewrebûn, mêrxasî, merdbûn û comerdiya gelê xwe dikim, behsa qurbaniyên ku ew dide ji bo bidestxistina mafên xwe, ji bo rêzgarkirina welatê xwe, ji bo parastina hebûna xwe dikim. Ez ji wan re behsa Kurdistana dagirkirî û hovîtiya dagirkeran dikim. Ez ji wan re behsa êş û azarên me yên bê binî dikim...
**Husên hebeş helbest bi zimanê erebî destpê kir, sebeb çi bûn hûn vegeriyan ser zimanê xwe yê dayîkê hûn niha çi hîs dikin û tu cudahî çêbûne piştî we bi Kurdî helbestên xwe nivîsî?
-Spas ji bo vê pirsa girîng... Min her tim ji xwe dipirsî çima ez bi zimanekî ku ne yê min e dinivîsim, zimanekî ku zimanê bav û kalan qedexe kiriye, û zordarî lê kiriye û hîn jî lê dike! Zimanekî ku zimanê me ji holê rakir û di dibistan, enstîtut, zanîngeh û çapemeniyê de qedexe kir! Zimanekî ku em û zarokên me ji fêrbûna bi zimanê dayikê bêpar kirin! Ev pirs û yên din her ku min tîpek yan hevokek bi erebî dinivîsand, derdiketin holê û serî hildidan. Di vê çarçoveyê de, divê were gotin ku zimanê me yê dayikê zimanê despêkê bû ku em pê axivîn û germahiya gotinên wî di guhên me re derbas bû, ka em ê çima pê nenivîsin? Zimanê dayikê, zimanê giyan, dil, guh, ziman û hestan e, zimanê helbest û helwestan e. Bi vegera jê re, ez vegeriyam çavkanî û koka xwe û bi taybetî şîrê dayika xwe! Lê li vir pirsên girîng serî hididin: Eger hemû, yan piraniya, nivîskarên Kurd bi erebî yan jî bi zimanekî din binivîsin, kî dê zimanê Kurdî biparêze, pêş bixe û zindî bihêle? Kî dê helbest, wêje, raman, çand û zanînê pê biafirîne? Kî dê wê ji paşketin û windabûnê biparêze? Bersiv ev e: Hemû nivîskarên Kurd yên ku dikarin bi zimanê dayikê binivîsin divê pê binivîsin û yê ku nikarê, divê hewl bide ku fêr bibe... Divê ew gewherên veşartî yên di dilê zimanê me de derkevin holê û şewq bidin... Li vir jî, divê em rastiyeke balkêş bibêjin, erebî li ser Kurdan hatibû ferzkirin û di fêrbûna wê de tu bijarteyek Kurdan tunebû! Zimanê Kurdî ji hêla dewletên ku Kurdistan dagir kirine ve hatibû qedexekirin û tepaskirin, ji ber vê yekê, nivîsandina bi erebî ji destpêkê ve, ne vebijark bû, berevajî wê, ew zimanê ku bi darê zorê li ser me hatibû ferzkirin bû! Divê ez li vir bêjim ku nivîsandina bi zimanê Kurdî rûmet e, hebûn û parastina hebûnê ye...
**Hûn gelek helbestên biyanî werdigerînin zimanê Kurdî armanca we çi ye ji vî karê hûn dikin û helbestên we jî bo gelek zimanan hatine wergerandin hûn beşdarî çend festîvalên cîhanî bûne û xelatên we wergirtine?
-Pêşî, divê ez bibêjim ku ez ne wergervan im, lê carinan dema ku ez ji xwe re dixwînim dibe ku helbestek bala min bikişîne û ez wê wergerînim.... Dibe ku armanca li pişt vê yekê ew be ku bedewiya peyvan ji zimanên din veguhezim Kurdî û pirên biçûk di navbera me û cîhanê de ava bikim, lê dîsa jî dubare dikim ez ne wergervan im... Helbestên min hatine wergerandin bêtirî 40 zimanên navnetewayî, û hinek ji pirtûkên min hatine wergerandin zimanê Îngilîzî, Spanî, Çînî û Romanî. Pirtûkek min dê di demek nêzîk de bi zimanê Bengalî, li Kolkata, Hindistanê were çap kirin. Van wergeran roleke gelek mezin di jiyana min ya wêjeyî de lîstine, nav û helbestên min gihandine deverên herî dûr di cîhanê de, helbestê min derbasî malên ku nayên bala tu kesî bûne... Ez ji hemû hevalên xwe yên wergervan re spasdar im ku helbestên min bi hezkirin wergerande û gihandinde her deverekê li cîhanê... Belê, ez beşdarî gelek festîvalên li çaraliyê cîhanê û li welatên cuda bûme, di nav wan de: Kolombiya, Çîn, Amerîka, Meksîka, Mexrêb, Hindistan, Taywan, Romanya, Bulgaristan, Kosta Rîka, Uruguay, El Salvador, Ekuador, Kuba, Nîkaragua, Porto Rîko, Qibris, Yewnanistan, Slovenya, Makedonya, Kosova, Spanya, Polonya... Van beşdarbûnan jî di belavkirina helbestên min de roleke gelek mezin lîstine... Min xelata helbestvanê herî baş yê navneteweyî, di sala 2016an ku li Çînê ji hêla navenda wergerandin û lêkolîna helbesta navneteweyî, kovara helbestên navneteweyî ya (pirzimanî) û komîteya edîtorî ya helbesta navneteweyî ya Çînî ve, wergirtiye. Xelata helbestvanê Kurd yê gewre Hemid Bedirxan, ya ku ji aliyê yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd ve tê dayîn, di sala 2022an wergirtiye. Her wiha xelata “Bosnian Stećak” ya navneteweyî ya helbest û wêjeyê ya ku ji aliyê yekîtiya nivîskarên Bosna û Herzegovina ve tê dayîn di sala 2022an wergirtiye. Xelata wêjeyî ya navneteweyî ya ku bi navê "Kathak" ji Bangladeşê li foruma ramanvan û nivîskarên cîhanê ji bo aştiyê li Kolkata, Hindistanê di sala 2024an de wergirtiye. Xelata rûmetê li foruma helbestê ya navneteweyî li bajarê Safi li Mexribê di sala 2024an wergirtiye. Û her wiha wekî helbestvanekî navneteweyî, navdar û serkeftî ji bo xwendina helbestê li mala jidayikbûna helbestvanê Amerîkî Walt Whitman li Huntington, New York, ji bo bernameya "Walking with Whitman", "Meşa bi Whitman re", hatiye hilbjartin û vexwendin, ew jî di sala 2025an de...
**Dibêjin wate di dilê helbestvan de ye, kes tênagihê ji bilî wî/wê pêve, gelo hûn bi rêya helbesta xwe çi îfade dikin, helbestên we evînî ne yan netewî ne yan li ser êşa milet tin, zêdetir li ser çine?
-Di derbarê wateya ku di dilê helbestvan de veşartî ye û tu kes tênagihê, gotinek helbestvanê gewre yê Amerîkî Wallace Stevenson heye, dibêje "Divê helbest bi zîrekî li hember têgihîştinê rawest e", ev tê wê wateyê ku helbest ji bo vegotin û şiroveyên pirjimar vekirî ye û wateyên asayî derbas dike û derbas kiriye. Divê em bi helbestê hest bikin û bi hestên xwe bixwînin û wê hinekî ji pîvanên mejî û lojîk dûr bixin da ku em bi germahiya peyvan hest bikin û bigihîjin gencîneyên wan yên ne diyar û veşartî, lê li vir ji me hinek zanîn û têgihîştin, ta radeyekê, tê xwestin ku em derbasî hundirê helbestê bibin û bigihînin bingeha zêrîn ya peyvan... Di derbarê tiştê ku ez bi helbestên xwe vedibêjim (îfade dikin), ez dixwazim di riya helbestên xwe re bi cîhanê û tiştên wê re biaxifim û hest bikim, li ser jiyan û hebûnê bêjim, pirsan li dû pirsan bipirsim. Ez dixwazim teqeziyê ji holê rakim û gumanê bikim bingeha her tiştî! Ez dixwazim xewnan mîna kiszotan vêxistî bihêlim û wan bikim serwerê hebûnê! Her wiha ez dixwazim êşa gelê xwe li ser pişta gotinan girêdim û bigihînim dûrtirîn deverên cîhanê... Mijarên helbestên min pir û cûrbecûr in! Min li ser mişaxtê, sirgûniyê, li ser hesret, bîranîn û pirsgirêkên penaberiyê nivîsandiye. Min li ser koçberî, cihêrengî û nasnameyê nivîsandiye. Min li ser xemgînî, êş, depresyon, tenahî, şikestin û şahiyê jî nivîsandiye. Min li ser evîn, bêrîkirin, laş û erotîzmê jî nivîsandiye. Min li ser xwezayê nivîsandiye, li ser dar, çem, newal, çiya, giya, gul, kulîlk û bedewiya bêdawî nivîsandiye. Min li ser dewar û cinewiran, hevkarên me yên li ser rûyê erdê, nivîsandiye. Min li ser Kurdan, gelê dilê xwe, li se şahî û xemgîniya wan, li ser dabeşkirina welatê wan û nerastiyên ku rastî wan hatine û hîn jî rastî wan tên nivîsandiye... Min li ser malbatê, li ser dayikan, bavan, evîndaran, zarokan, zarokatiyê û hevalan jî nivîsandiye... Min li ser gelek mijarên cûrbecûr nivîsandiye... Di jiyan û hebûnê de, bêhejmar mijar hene ku meriv li ser binivîse, tenê pêwîste ku ew rastî giyan bên û dil û hestan bihejînin!
**Hûn dema di nav helbestvanên cîhanê de bin herî zêde çi pirs ji wê tê kirin û hûn zêdetir çi ji helbestvanên cîhanê re dibêjin û dighînin?
-Dema ez rastî helbestvanên cîhanê têm û hevdîtinan bi wan re bi pêk tînim, pirsên herî bêtir ku ji min tên pirsîn ev in: Li ser rewşa Kurdistanê ne, li ser rewşa gelê Kurd in, li ser çanda Kurdî ne, li ser helbest û wêjeya Kurdî ne, li ser zimanê Kurdî ne, li ser bindestî û êşa Kurdan ne, li ser Kurdistana dagirkirî ne... Tiştê ku her wiha pir xemgîn û min pir diêşîne ew e, ku agahdarên piraniya helbestvanên cîhanê li ser Kurdan gelek kêm in, û ji bihîstina hebûna Kurdan di cîhanê de wêdetir nizanin, pir mixabin! Li vir ji min tê xwestin ku ez her tiştî di jiyana Kurdan de ji wan re ronî bikim, û bersiva hemû pirs û lêpirsînên wan yên di derbarê Kurdan de bidim, û bi taybetî yn li ser wêje, helbest û ziman... Barê li ser milê me/ min pir giran e.
**Weşanên we yên dawî çi ne?
-Îsal, min du berhem çap kirine, yek bi zimanê Spanî bi navê "Kurd û Xweda" ew ji hêla weşanxaneya Nautilus li bajarê Zaragoza, Spanya hatiye weşandin, û ya din bi zimanê Kurdî ye, bi navê "Jibîrkirin" ji hêla weşanxaneya Ramîna li Londonê hatiye weşandin. Ez spasdarim ji ber ku we di Xelatê de nûçeyek li ser berhema min ya bi Kurdî belav kiribû...
**Rewanşad Mam Celal gelekî ji helbestê hez dikir û jê pirsîn eger hûn ji bo giravekê werin sirgûn kirin û derfet dan te 3ê pirtûkan ligel xwe bibî tu yê çi pirtûkê bi xwe re bibî? Mam Celal got: pirtûka Cewahîrî û Kurd û ya Mawtisî Tong gelo girêdana helbestê bi siyasetê re heye, gotineke we li ser Mam Celal, em dixwazin ji we bibihîzin?
-Belê, girêdan û têkilî di navbera herduyan de heye, bi her awayî heye...! Lê divê helbest hinekî xwe dûrî siyasetê bike da ku taybetmendiya xwe ya bingehîn, ku ew huner e, winda neke. Helbest huner e û divê huner bimîne, û xwe bi tevahî bernede nav lîstika siyasetê, bila têkilî hebe lê ne têkiliyek ewqas nêzîk be! Ew dikarin li hev bicivin, lê divê helbest, helbest bimîne û siyaset jî divê siyaset bimîne! Bêguman, ev bi tu awayî nayê wê wateyê ku divê helbest mijarên siyasî nexe nav xwe û helbestvan jî divê bi siyasetê re mijûl nebin, na ne wisa ye, yan jî siyasetmedar helbestê nenivîsin û mijarên helbestî nexin nav siyasetê, na ew jî ne wisa ye... Di her du rewşan de jî, divê helbest huner, kalîte û bilindahiya xwe biparêze... Helbest bi mijarên herheyî û bêdawî ve mijûl e, lê siyaset bi mijarên yekser û demkî re mijûl e! Di derbarê Mam Celal de, dixwazim li vir bêjim ku ew rêberekî gewre bû û yekî wek wî tucarî dê neyê dubarekirin... Ew hem nivîskar û hem jî helbestvan bûya, ji ber ku ew di axaftin û hevpeyvînên xwe de, xwedî têgihîştinek balkêş û zanînek kûr bû û helbest pir baş nasdikir! Gelek rêz û hurmet ji giyanê wî yê gewre re...
Kurtejyana Husên M. Hebeş:
Husên M. Hebeş (Hussein Habasch):
-Sala 1970î, li gundê Şiyê, herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
-Ji dawiya 1996an de li Almanyayê dijî.
-Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1- Noqbûna Di Nav Gulan De/ weşanên Azmina li Urdinê û ji weşanên Alwah li Madrîdê
(2002).
2- Revyayên Di Çemê Êvrosê Re/ weşanên Sanabel li Qahîreyê (2004).
3- Ji Dilbijînê Bilindtir û Ji Newqa Xezalê Xweştir. Ji weşanên Alwah li Madrîdê (2007).
4- Windabûnên Ji Bo Selîm Berekat. Ji weşanên Elzaman, Şam (2009).
5- Firişteyê Firyane (babetên li ser zarokên Sûriyayê). Ji weşanên Moment li Londonê
(2013).
6- A Flying Angel (Texts about Syrian children), bi zimanê Îngilîzî, ji weşanên Bogdanî li
Albanya (2015).
7- Xewnên Di Dîwêr De. Ev dîwana helbestvanê Albaî Jeton Kelmendi ye, min wergerandiye
Kurdî - ji weşanên Bogdanî li Albanya yê (2015).
8- No Pasarán “Derbas Nabin”. Bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Festîvala Helbestê ya
Navnetewî li Puerto Rico hatiye weşandin (2016).
9- Dos arboles “Du Dar”. Bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li
El Salvador hatiye weşandin (2017).
10- Tiempos de Guerra “Demên Şer”. Bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Mala helbestê û ji
hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li Costa Rica hatiye weşandin (2017).
11- Copaci Cu Chef “Darên sermest” bi zimanê Romanî, ji weşanên Ars Longa li Romanya
(2017).
12- Taya Bîhokan. Ji weşanên Sersera li Berlînê (2019).
13- Berfa Sor. Bi zimanê Çînî, pirtûk ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li Taiwanê
hatiye weşandin (2019).
14- Peace for Afrin, Peace for Kurdistan “Aştî ji bo Efrînê, Aştî ji bo Kurdistanê” / ev
Antolojiyeke helbestê ye, navnetewî ye, bi zimanê Îngilîzî û Spanî ye. Min û helbestvana
Taiwanî Miao Yi -Tu amadekiriye, tê de nêzîkî 80 helbestvan ji cîhanê beşdarbûne û hestên
xwe li ser Efrîn û Kurdistanê nivîsandine/ ji weşanên Sersera li Berlînê (2019).
15- Mirî Di Buhêrkan De Gengeşeyê Dikin. Ji weşanên Al-Darawich li Plowdiw, Bulgaria
(2020).
16- Darên Sermest. Ji weşanên Sersera li Berlînê (2020).
17- Kulîlka Espinillo. Bi zimanê Spanî, ev pirtûkeke hevbeş e bi helbestvana Kolombiyayî
Bibiana Bernal re, ku ji hêla Weqfa Çandî ya bi navê Esteros ve li Arjantîna hatiye weşandin
(2020).
18- Bêzariya Peykerekî Westiyayî. Ji weşanên Sersera li Berlînê (2021).
19- A Rose for the Heart of Life/ Helbestên bijarte bi zimanê Îngilîzî, ji weşanên Inner
Child Press International li Amerîka (2021).
20- Olvido “Jibîrkirin” bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Mala helbestê û ji hêla Festîvala
Helbestê ya Navnetewî li Costa Rica hatiye weşandin (2022).
21- La harde de cerfs meurt de soif “Keriyê pezkûviyan ji tihîna re dimire” bi zimanê
Frensî, ji weşanên L'Harmattan li Parîsê (2024).
22- Los Kurdos Y Dios “Kurd û Xweda” bi zimanê Spanî, ji weşanên Nautilus li bajarê
Saragossa li Spanyayê (2025).
23- Jibîrkirin bi zimanê Kurdî, ji weşanên Ramîna li Londonê (2025).
Wergerandin:
-Hinek ji helbestên wî wergerîne zimanê Îngilîzî, Almanî, Spanî, Fransî, Farisî, Ozbek,
Albanî, Rûsî, Romanî, Îtalî, Sirbî, Makedonî, Bulgarî, Polonî, Slovenî, Lîtwanî, Vîetnamî,
Nepalî, Hindî, Malayalam, Kannada, Tajîk, Bengalî, Tirkî, Berberî (Amazîxî), Bosnî,
Portekîzî, Hungarî, Çînî, Yewnanî, Mandarin (zimanê Taywanê), Tzotzil (zimanê gelên
Mayan yên Meksîkayê) û Holandî.
Antolojî:
-Helbestên wî di bêtirî 200 antolojiyên helbestî yên navneteweyî de hatine belavkirin.
Xelat:
- Xelata helbestvanê Herî Baş yê navneteweyî, ya 2016an ku li Çînê ji hêla Navenda
Wergerandin û Lêkolîna Helbesta Navneteweyî, Kovara helbestên Navneteweyî ya
(Pirzimanî) û komîteya Edîtorî ya Helbesta Navneteweyî ya Çînî ve, wergirtiyê.
-Xelata Helbestvanê Kurd yê gewre Hemid Bedirxan, ya ku ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar
û Rojnamevanên Kurd ve tê dayîn, di sala 2022an wergirtiye. Her wiha xelata “Bosnian
Stećak” ya Navneteweyî ya Helbest û wêjeyê ya ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Bosna û
Herzegovina ve tê dayîn di sala 2022an wergirtiye. Xelata Wêjeyî ya Navneteweyî ya ku bi
navê "Kathak" ji Bangladeşê li Foruma Ramanvan û Nivîskarên Cîhanê ji bo Aştiyê li
Kolkata, Hindistanê di sala 2024an de wergirtiye. Xelata rûmetê li Foruma Helbestê ya
Navneteweyî li bajarê Safi li Mexribê di sala 2024an wergirtiye. Û her wiha ew wekî
helbestvanekî navneteweyî navdar û serkeftî ji bo xwendina helbestê li mala jidayikbûna
helbestvanê Amerîkî Walt Whitman li Huntington, New York, ji bo bernameya "Walking with
Whitman", (2025) hatiye hilbjartin û vexwendin.
-Beşdarbûna festîvalên helbestê yên navneteweyî:
Kolombiya, Nîkaragua, Fransa, Porto Rîko, Meksîko, Almanya, Romanya, Lîtwanya,
Mexrêb, Ekwador, El Salvador, Kosova, Makedonya, Kosta Rîka, Slovenya, Çîn, Taywan,
Kuba, Swêd, New York (USA), Sarajevo, Yewnanîstan, Albanya, Qibris, Uruguay, Hindistan,
Boston (USA), Endonezya û Îtalya...

Antolojiya helbestên navneteweyî bi Îngilîzî û Spanî bi navê "Aştî ji bo Efrînê... Aştî ji bo Kurdistanê" re








Amadekirin: Dawûd Çîçek
Xelat
