ROJAVA- Di 2026’an de Sûriye çawa dibe
Berpirsê peywendiyên Şepêla Azadiya Kurdistanê (Royar Tirbespî), roja yekşemê 04/01/2026 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de danûstandinên Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê bi hikûmeta veguhêz a Şamê re hate gotûbêj kirin. Royar Tirbespî diyar kir ku divê berya her tiştî mafê gelê kurd di destûra nû ya Sûriyê de were bicih kirin berya her rêkeftinekê.
Berpirsê peywendiyên Şepêla Azadiya Kurdistanê (Royar Tirbespî), diyar jî kir ku, nabê tu rêkeftineke leşkerî ligel hikûmeta demkî ya Şamê werin kirin bê ku mafê gelê kurd were naskirin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
