Rewşa hunera şêwekariya Kurdî li Ewropa
Hunermendê şêwekar û helbestvan Dîlawer Dildar ku bi xwe ji herêma Efrînê ye û li welatên Ewropayê dijî beşdarî bernameya Xelata Kurmanca ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê bû ku ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin li ser hunera şêwekariya kurdî li Ewropa gotûbêj kirin.
Li ser pirsa Hozan Efrînî ku gelo Hunermend Dîlwer Dildar kiye? Dîlawer Dildar got; Ez bi xwe xelkê Efrînê me û li Efrînê sala 1976 hatime dinyayê di zaroktiya xwede min dest bi hunerê şêwekariyê kir. Her weha min karê helbestê jî kirin û gelek helbestên min jî hene û beşek ji temenê xwe jî ji bo kurdewariyê min terxan kir.
Dîlawer Dildar diyar jî kir ku; Li welatê Ewropa min dest bi karê şêwekariyê û pêşengehên tabloyên min jî hatine kirin.
Derbarê Festîvala Efrînê ya Şêwekariyê de jî Dîlawer Dildar spasiya malbata festîvalê û amadekarên wê kir û rexneyên xwe jî anî ser ziman û da zanîn ku gelek hunermendên şêwekar yên Efrînê nehatine vexwendin bo wê festîvalê.
Eşkere jî kir ku di nava festîvalê de kesên xelkê Efrînê gelekî kêmbûn ku ji bo Efrînê şev û roj dixebitin hene nehatibûn vexwendin.
XELAT