Xelata Kurmanca- Rewşa Penaberên Kurd li Herêma Kurdistanê

Xelaka vê carê ya Xelata Kurmanca ya ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan (Hozan Efrînî) vet ê pêşkêş kirin li ser rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ye.

Rojnamevan Hozan Efrînî diiyar kir ku, eve zivistan hatiye û heya niha tu rêxistinan alîkariya penaberan nekiriye ku, nêzîkî 260 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ne ji wan 200 hezar li Duhok û Hewlêrê û nêzîkî 60 hezar jî li parzêgeha Silêmaniyê ne.

Li ser pirsa çima Komîseriya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî li Êraqê ji 2019`an ve penaberên Kurd paşguh xistine û alîkariyên xwe rawestandine, mamosta Mehmûd Eyûb berpirsê nûsîngeha rêxistina parastina mafê mirovan a Sûrî û serokê lîjneya têkiliya derve yê wê rêxistinê ye ragihand, heya niha penaberên me yên Rojava wek penaxwzin li Herêma Kurdistanê û Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya karûbarê penaberan em paşguh xistine û heya niha ew wek penaber nayên qebûl kirin.

Li ser pirsa gelo çima penaberên ereb ji aliyê komîseriya bilind a Neteweyên Yekbûyî tên qebûl kirin û ji bo welatên sêyem tên şandin û penaberên Kurd nayên şandin. Mehmûd Eyûb got; Me heta niha 1500 belge li ser rewşa Efrînê û binpêkirinên li wê herêma radestî nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Demîstûra kirine lê tu pêngav nehatine avêtin.

Mehmûd Eyûb  diyar jî kir ku, Hikûmeta Êraqê qebûl nake ku penaberên Kurd yên Rojava bibin penaber ji berku tirsa wan heye ku ew li vir bimînin û bibin welatiyên Êraqê. Her weha Mehmûd Eyûb daxwaz ji hemû penaberan kir ku biçin li pêşiya navendên Neteweyên Yekbûyî daxwaza penaberiyê û daxwaza mafên xwe bikin.

 

XELAT