Xendekarên Yekemîn ên Penaberên Rojavayê Kurdistanê 

Xwendekarên Kurd ên Rojavayê Kudistanê tevî jiyana penaberiyê û zor zehmetiyan û jiyana dijwar li Herêma Kurdistanê berdewamiyê bi xwendina xwe didin û serkeftinên baş bi dest dixînin, eve jî cihê dilxweşiyêye li cem gelê me û bo rojavayê Kurdistanê, yek ji wan xwendekarên ku pileya yekemîn a pola 12`an bi dest xistiye li kampa Barîke ya ser bi bajaroka Erbet ya ser bi bajarê Silêmaniyê ye ku kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê ye, xwendekara keç (Neşmîn Silêman Ebdo) ku xwîşka Nermîn Silêman Ebdo ye ku beriya niha di pola 9`ê de li ser astê Erbet û kampa Barîka pileya yekem bi dest xistibû li dibîstana Amûdê. Ku berî niha mamosta Hozan Efrînî bernameyek taybet pêre çêkiribû li ser serkeftina wê di xwendinê de ku bi xwe di kampê de hîna mêvan bûne li cem malbateke dinê ya penaber di kampê ku heta niha hîna xanî bi dest wan neketiye. Tevî van şert û mercan, Neşmîn Silêman Ebdo di pola 12`an ya beşa zanistî de pileya yekemîn bi dest xist li dibîstana Berxwedan a kampa Barîka yê.

Xwendekara keç (Neşmîn Silêman Ebdo) bû mêvanê bernameya HORÎ ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandinê û ji aliyê Hozan Efrînî vet ê pêşkêş kirinê.

Di serî de rojnamean Hozan Efrînî ew serkeftin li Neşmîn pîroz kir û jê pirsî ku gelo çawa ew û xwîşka xwe di wan şert û mercan de karîn pileya yekem bi dest bixin? Neşmîn got: dayîk û bavê me û malbata min gelekî bi me re zehmetî dibînin û em jî bi serkeftina û xwe di xwendinê pêşkêşî wan dikin. Her weha roleke mezin ya dayîk û bavê me heye di serkeftina me de û tiştek ji wan kêm nekirin.

Neşmîn got, eve sala 4`ane em li kampê ne û em hîn mêvanin di kampê de û cihê me yê hewandinê nîne, tevî wê jî nedihêştin ew rewş bandore li ser me û xwendina me bike.

Her weha diyar jî kir ev sala 4`an li Kurdistanê ne û bavê wê bi tenê kar dike û her salê 2400 dolaran dide heqê nasnamên nîştecihbûnê ji ber ku bi bi rêya fermi hatine neku bi qaçax. Neşmîn got: daxwaza me ewe ku nasnameyên nîştecihbûnê bidin me û xaniyekî di nava kampê de ji bo me bê peyda kirin.

Her weha Neşmîn peyamek ji bo Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kak (Bafil Talebanî) re şand û got: Ez dengê xwe dighînim kak (Bafil) daku alîkariya me bê kirin. Xwesteka Neşmînê ewe ku beşa pizîşkî li zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bixwînê eger derfet jêre bê dayînê.

Xwendekara serkeftî ya keç bang li xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên penaber jî kir ku, nehêlin rewşa aborî û ya zehmet a penaberiyê li xwendina wan bike û bixwînin û dema xwe bi rêk bixin.

Hozan Efrînî anî ziman ku xwendekareke din a keç xelkê bajarokê Cindrêsê ya bajarê Efrînê bi navê (Sewliye Mihemed Elî Osman) di xaniyekî gelekî biçûk û rewşeke gelekî tengav de karî bibe yekemîn di pola 9`an de û pîrozbahiya serkeftina xwendekar Sewliyê jî kir.  Di dawiyê de jî pîrozbahî li hemû xwendekarên penaberên kurd ên serkeftî kir.

 

XELAT