ROJAVA- Piştîvaniya YNKê ji Rojavayê Kurdistanê re

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (Fethulah Huseynî), roja yekşemê 1/6/2025 ku hevdeme digel salvegera 50 saliya damezrandina YNKê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Fethulah Huseynî bal kişand ser damezrandina Yekîtiya Nîtşimanî ya Kurdistanê û bi taybetî rola rewanşad Serok Mam Celal di avakirina YNK`ê de û pêşxistina YNKê de ku îro bûye hizbeke karîger li ser astê Kurdistan, Êraq, Navçe û Cîhanê de.

Her weha behsa piştîvaniya YNKê wek hizbekî mezin û karîger ji Rojavayê Kurdistanê re ku bacên mezin ji bo helwestên xwe yên netewî daye. Tekez li wê yekê jî kir ku îro jî YNKê li ser rêbaza Mam Celal berdewam e.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

XELAT