ROJAVA- Rola Mam Celal di damezrandina yekemîn partî de li Rojavayê Kurdistanê
Yek ji endamên dêrîn ê yekemîn partiya rojavayê Kurdistanê Endazyarê Kurd (Mihemed Şêxo) ku bi xwe ji Efrînê ye û li bajarê Silêmaniyê rûniştiye roja Yekşemê 15/6/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de bi boneya 68`mîn salvegera damezrandina yekemîn partiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê endazyarê kurd Mihemed Şêxo behsa rojên damezrandina partiyê kir û bi taybetî şer û mercên damezrandina partiya yekemîn û bi taybetî rola rewanşad Serok Mam Celal di berhevkirina rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li hemû herêmên Rojava û Sûriyê ji bo damezrandina yekemîn partiya Kurd.
Her weha mamosta Mihemed Şêxo tekezî li wê yekê kir jî ku, eger gelê Kurd bibe yek wê bihêztir be û wê bighêjin armancên xwe yên rewa.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
Xelat
