Silêmanî û Hewlêr û Bexdad çi tînan bîra Mam Celal...
Silêmanî û Hewlêr û Bexdad çi tînan bîra Mam Celal...
Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
Xeleka/8
Amadekirin: Rêbwar Star
Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.
Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.
Pirs: Gelo têkiliye te digel biraderên te ên zarokatî çawaye? Navê hinek ji wan bêje, eger niha hîna jî hevalên te ne?
Bersiva Mam Celal:
Pêwendiyên min digel hemû wan kesên ku min nas dikirin û bi taybetî ew nifşê ku me pêkve siyaset dikir, bi tevahî têkiliyên min bi wan re başin, niha wek nimûne digel kak (Wirya Kanîmaranî) cîgirê serokê dadgeha temîzê , li gel hindek biraderên dinê ku niha naxwazim navên wan bêjim, çûnkî niha li ba me nînin û ez têk neçûm digel wan biraderan ku di qonaxên navendî ku min naskirine, heta ewên ku hevbîr nebûn jî, wek nimûne ku komonîst bûn, heta niha jî nasbûna min digel wan heye.
Pirs: Belê we gelek cih dîtine, ji mere bêje ew cih û gund çi tînin bîra we?
Bersiva Mam Celal:
Ez hez dikim Talebanê bibînim, min ew Talebane nedîtiye ku yê Talebanî ye, Talebanek heye li aliyê Koye, min ew dîtiye, lê ew Talebana ku navê Şêx Ehmed Talebanî lê hatiye kirin ku dikeve rojhilatê Çemçemal min hîna nedîtiye.
Pirs: Lê Silêmanî?
Bersiva Mam Celal:
Silêmanî li gor min gelek tiştan tîne bîra min, yekem tişt birastî hişyarî, siyaset, xebat, tekoşîn û xwe veşartin, şoreş û heta cihê dildariyê, ku carekê min ji keçeke Silêmaniyê hezkir, wan hemû tiştan tîne bîra min.
Pirs: Lê Hewlêr?
Bersiva Mam Celal:
Hewlêr, xebata min tîne bîra min. tiştên resen û dîrokî tîne bîra min, salekê ez li Hewlêrê xwendekar bûm, liv û tevgera cotkaran tîne bîra min, çûnkî li wir liv û tevgera cotkaran hebû û têkiliya min bi wan re xurt bû, her weha Riwandiz û Balakayetî tên bîra min ku ez ji bo vejandina rêxistinkirina PDK`ê çûme wir, her weha min dostayetî digel komek xelk kir û hîna jî ew dostayetî berdewam in.
Pirs: Bexdad?
Bersiva Mam Celal:
Bexdad, Ez gelekî ji bajarê Bexdadê hez dikim ku yek ji wan bajaran e ku ji di lez jê hezdikim, car car di ber xwe de ez ew helbesta Cewahîrî dibêjim ku dibêje: (Bi Erebî)
Heyiytu Sefhekî E`n Bu`dên feheyyînî Ya Dîclete alxeyrî, ya Ume elbesatîn
Heyiytu Sefheke Zemaanen eluzu bîhî Luze alhemaîmî beyn almaî we alttînî
Ya Dîclete alxeyrî ya neb`en ufarîquhu E`le alkrahetî beyne alhînî we alhînî
Înnî wurîdtu U`yûne almaî safiyeten Neb`en feneb`en fema kanet lîterwînî
Bexdad bajarê xwendina mine min zanîngeh li wir temam kir, dikarim bêjim salên têgihêştina min bû, xemlîna min a ramanî û hizrî li wir bû, zimanê min ê Erebî li wir bû, naskirina Cewahîrî li wir bû, nasîna komek ji kesayetiyên mezin ên erebî li wir bû. Gelek tiştan tîne bîra min, Bexdad yek ji bajarên hezkiriye liba min.

Pirs: Lê Koye?
Bersiva Mam Celal:
Koye lendika perwerdekirina min e, yekem xwendingeha jiyana mine. Ê siyasetê ê hizrê û yê exlaqê. Koye bajarekî gelekî zindî û nîştîmannperwer û kurdperwer bûye, di dîroka gelê me de roleke xwe ya gelekî mezin hebûye, jiber wê dagîrkeran hertim kîna wan hebû jê, xwestin jinav bibin, gelek plangîrî li hemberê kirin taku lawaz bikin û biçûk bikin, xelkê wê bê derbeder kirin , nexasim plana rêjîma Êraqê ew jî bû her kavil bike, jiber wê Koye li ba min bajarekî xweşewîste.
Pirs: Lê Zellê?
Bersiva Mam Celal:
Zelê malbenda şoreşê bû. Cihek bû dema ku em çûn Zelê, take cih bû ku em hewandin di destpêka şoreşê de, çûnkî li ser sinor bû, li ser rêya çiyayê Mamend bû, cihek bû ku xelk jî lê tune bû, cihê me li wir bû, hertim tê bîra min, penageha min tê bîra min, cihê hewandina me bû, ji bilî wê jî bi rastî bîreweriyên me yên xwe li wir hene, li wir di salên dijwar yên xebatê de, xebata zehmet pir xweşe, ku encam jî hebe tama wê pir xweş dibe, tama li wir xweştire li yê rihetiyê û sadeyî yê.
Pirs: Wek we behs kir cenabê we agahdarin, gelo çend Taleban li Kurdistanê hene?
Bersiva Mam Celal:
Du gund hene li Taleban, yek ji wan, welah sê Talebanên mezin û biçûk ku li nêzîkî Teqteq in, Talebanek jî li rojhilatê Çemçemalê heye.
Pirs: Wate cenabê we xelkê ewa li aliyê Çemçemalê ne?
Bersiva Mam Celal:
Ez ji binemala Talebanî me, Talebanî bi xwe ne eşîretin, ji bo tu bizanê ew hemû ji zelamekî çêbûne ku nave xwe (Mela Mehmûd Zengene) ye. Mela Mehmûd Zengene li wî gundi li wê Talebanê jiyaye, (Şêx Ehmedê Hîndî) hatiye Kurdistanê, niha gora wî li Sordaşê ye (Şêx Ehmedê Hîndî). Mela Mehmûdê Zengene bûye xelîfeyê wî Şêx Ehmedî û çûye Bexdadê û di mala wî re derbas bûye û li mala wî jî maye. Piştre dema Şêx Ehmed wefat kiriye bûye xelîfeyê wî, ew li şûna wî rûniştiye û kurekî wî çêbûye nave wî (Şêx Ehmed) lê kiriye, û ew Şêx Ehmed bi nave wî hatiye navkirin û ew Şêx Ehmed heft kurên wî hebûne yek ji wan kuran bapîrê me ye.
Dewamî heye….
Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
Ji Soranî/ Dawûd Çîçek
Xelat
