Mam Celal çawa Hêro Xan naskir? ... Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
Mam Celal çawa Hêro Xan naskir?
Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de-7
Xeleka/7
Amadekirin: Rêbwar Star
Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.
Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.
*******
Pirs: Cenabê we yê birêz gelo we kengî Hêroxan naskir?
Bersiva Mam Celal:
Ez ev demeke Hêroxanê nas dikim, Hêroxan hîna zarok bû ez nas dikim, sala (1950) ez hatim Silêmaniyê , mamosta Hemze li wir bû hîna nû ji girtîgehê derketibû, xalê Hêroxanê , ew hatibû ji bo serdana mamosta Hemze, min Hêroxan dît wî demî biçûk bû, piştre jî bavê Hêroxanê jî serbest hat berdan, ez wê salê li Kerkûkê bûm. Wê salê bavê wê mamosta (Îbrahîm Ehmed) sirgûnî Kerkûkê kiribûn. Ez ew şeva ku birayê wê Helo ji dayîk bû tê bîra min ku mamosta Îbrahîm Ehmed em vexwendibûn mala xwe, ez bûm, Salih Dîlan bû em çûne mala wan, wî wextî Hêroxan zarok bû, temenê wê her 3-4 salî bû.
Pirs: Ê çawa bû hevjîna te?
Bersiva Mam Celal:
Çawa bû hevjîna min, min pêştir hewlek da ji bo jinanînê biser neket..., dawiyê di sala 1965`an de biraderên min, bi rihmet bê yekem kes ku ji min re pêşniyar kir rihmetî (Hilmî Elî Şerîf) bû, pir pesna Hêroxanê ji min re kir û got ji bilî ku keça mamosta Îbrahîm Ehmed e gelek taybetmendiyên wê jî hene. Êdî di sala 1967an de min xwazgînî kir û di 14/4/1967 min nîşanî kir.
Pirs: Belê wî demî wekî we got li malê gelekî nazdar bû, xweşewîsta bavê xwe bû, em dikarin bizanin şahiya we çawa bû?
Bersiva Mam Celal:
Na min şahî jêre nekir, min û Hêroxanê me bi awayekî modern zewaca xwe kir, tê bîra min muqedem (qelen) yek dînar bû, muexer jî tiştekî kêm bû, piştî em zewicîn tenê me geştek ji bo derve kir, em bihevre çûn bo Lubnan û Brîtanya û Fransayê, ji wê zêdetir me tiştekî din nekir, îca piştî wê Hêroxanê hemû carekê ji min re digot tû şahiyek û ahengekê deyndarê minî.. heta kurekî me bû, dema Bafil hate dunyayê me ahengek jêre kir ahengekî mezin li Qahîrayê me jêre çêkir, min got Hêroxanê eva pare teye jî.

Mam Celal Talebanî û Hêroxan digel herdu kurên xwe (Bafil û Qubad)
Dewamî heye….
Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
Ji Soranî/ Dawûd Çîçek
Xelat
