Elî Şemdîn: Zincîre xelekên MAM LI ŞAM şîrovekirina rola Mam Celal e

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Elî Şemdîn di xelaka nû ya Bernama Rojava ku li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin, behsa zincîre xelekên bi navê (MAM Li ŞAM) dike.
Di destpêka bernamê de mamosta "Elî Şemdîn" behsa girîngiya Kongireya Pêncemîn ya Yekîtiya Nîtşimanî ya Kurdistanê kir û diyar kir ku ev kongire di wexta xwe de hatiye lidarxistin û pîrozbahiya kongirê li hemû kadir û serkirdeyên YNK`ê kir.
Mamosta Elî Şemdîn anî ziman ku serkeftina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ne tenê serkeftina wê bi tenê ye belkû serkeftina YNK`ê bandora xwe li ser partiyên Kurdistanê û gelê Kurd bi giştî heye. Her weha YNK`ê balansa demokrasiyê li nav tevgera Kurdistanî diparêze. Ji bow ê jî Serkeftina YNK`ê jî serkeftine ji bo me teva re ye.
Derbarê derketina rojnameya (XELAT) bi zaravayê Kurmancî ji aliyê mekteba ragihandinê ya YNK`ê ve nûnerê Partiya Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriye yê Herêma Kurdistanê Elî Şemdîn got; Tiştekî gelekî balkêşe û pîroze û yek ji encamên çalakiyên Stran Ebdula ye ku rojnameya (Xelat) bi zaravayê kurmancî hatiye weşandinê.
Derbarê nivîsên xwe ku wek zincîre xelek bi nave (MAM LI ŞAM) tên belav kirinê, Elî Şemdîn got; Bîrokeya "MAM LI ŞAM" ji wê yekê hat ku wekû Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ku partiyeke dost ya YNK`ê ye û têkiliyên taybet yên mamostayê xwedê jê razî Hemîd Hacî Derwîş û Serok Mam Celal, hêşt ku ez li gel kak (Stran Ebdulah) behsa vê bîrokê bikim û kak Stran jî ev navê (Mam Li Şam) hilbijart ku em dest bi zincîre xelekan bikin.
Elî Şemdîn ew yek jî anî ziman ku her xelekek roja yekşemê bi zaravayê Soranî li rojnameya Kurdistanî Nwê û bi zaravayê Kurmancî li rojnameya Xelat û saziyên ragihandinê yên YNK`ê tê weşandin.
XELAT