Sozan Ebas: Şêwekarî wate jîn û jiyan

Sozan Ebas: Şêwekarî wate jîn û jiyan

Hunermenda şêwekar a Rojavayê Kurdistanê dibêje ku, hunera şêwekariyê tê wateya jîn û jiyanê û ew xwe di hunera şêwekariyê de dibîne.

Jina çalakvan û hunermenda şêwekar Sozan Ebas, ku ji bajarokê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, yek ji hunermendên herî navdar ên wî beşê Kurdistanê ye û kêfa wê ji şûnwarên dîrokî re gelekî tê û odeyek xwe ji bo kelûpelên kurdewarî veqetandiye.

Sozan Ebas ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axiviye û gotiye: "Ez ji zarokatiyê ve bi şêwekariyê re eleqedar bûm, ji ber vê yekê min dest bi karê destan kir. Piştre ez çûm Enstîtuya Hunerên Bedew a bajarê Hesekê, beşa şêwekariyê. Zêdetirî 200 tabloyên min hene, ku piraniya wan li ser dîroka neteweya Kurd in.

Got jî: "Şêwekarî ji bo min tê wateya jîn û jiyanê. Ez xwe di şêwekariyê de dibînim û ez ji tabloyên xwe bêtir bala xwe didim civaka Kurd ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û azadkirina deverên kurdî li ew parçê Kurdistanê.

Tekezî li wê yekê jî kir û got: Em hunermend dest vekirîtir bûn û bêtir me bala xwe dane rewşa Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku di salên dagirkeriyê de me kariye bi rêya hunerê, ziman, çand û dîroka gelê xwe biparêzin.

Di dawiya axaftina xwe de Sozan Ebas aşkira kir û got: Min odeyek taybetî jî ji bo kelûpelên destî û Kurdewarî û folklorî û yên dîroka Kurdistanê veqetandiye, da ku ez wan ji kesên ku serdana vê derê dikin re bidim nasîn û nîşan bidim.

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê