ROJAVA- Dûrxistina Efrîniyan ji rêveberiya nû
Siyasetmedar û çalakvanê kurd (Hisên Gîvara) ji herêma Efrînê, roja Çarşemê 11/9/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .
Di wê hevdîtinê de siyasetmedar Hisên Gîvara bal kişand ser rewşa niha ya Efrînê û da zanîn ku ji sedî 60-65 xelkê Efrînê vegeriyane ser mal û milkên xwe û rewş hatiye guhertin lê hinek pirsgirêk derketine ji aliyê hin komên çekdar yên ser bi Tirkiyê ku naxwazin xwe hilweşînin û tevlî hêzên hikûmeta vegûhêz ya Sûriyê nabin.
Hisên Gîvara tekez jî kir ku hêzên asayîşa giştî ya hikûmeta vegûhêz ya Şamê desthilata xwe li herêmê berfireh dike û rewşa li Efrînê heyî ji berê baştire. Her weha hêzên Tirkiyê jî ji hin baregehên xwe vekişyane.
Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
