Xelata Kurmanca – Peywendiyên YNK û Kurdên Gurcistanê û Qefqasiya yê

Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) Şêx Zaza Kalaşov ji radyoya Dengê Gelê Kurdistanê re ragihand, piştî 23`ê salan min serdana Herêma Kurdistanê û Silêmaniyê kir û min gelek guhertin û pêşkeftin dîtin

(Şêx Zaza Kalaşov) ji Gurcistanê bû mêvanê Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku ji bajarê Silêmaniyê weşana xwe dike û di derbarê peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK`ê) û Kurdên Gurcistan û Qefqasiya yê hate gotûbêj kirin.

Rojnamevan û pêşkêşkarê Bernama Xelata Kurmanca (Hozan Efrînî) ji Zaza Kalaşov pirsî ku ew weku Kurdên Gurcistanê û Qefqasiya û Sovyeta berê serdana xwe ji bo Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê çawa dinirxînin?.

Zaza Kalaşov di destpêka axaftina xwe de got: Ez spasiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikim ku piştî 23 salan ez vexwendim bo serdana Kurdistanê û me serdana wezîrê rewşenbîrî ya Herma Kurdistanê û rayadarên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û berpirsên Peywendiyên Kurdistanî ya YNK`ê kir her weha me serdana Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê û serokê wê Hozan Efrînî kir û her weha me serdana Sekoya Kurmancî û rojnameya XELAT kir û bi taybetî kak Hozan Efrînî û Dawûd Çîçek û em spasiya wan hemûyan dikin bo ew pêşwaziya germ. Min guhertinên baş li Herêma Kurdistanê dîtin û gelek keyfxweş bûm.

Di derbarê rewşa Kurdên Gurcistanê de jî Şêx Zaza Kalaşov got; hêjmara Kurdên Gurcistanê zêdetirî 60 hezar kes bûn û piraniya wan kurdên Êzîdî ne lê vê dawiyê gelek kurdên me koçberî Ewropayê bûn û hêjmara me kêm bûye.

Diyar jî kir ku, rewşa kurdan li Gurcistanê gelekî başe ji ber ku Gurcistan bernamzetê Yekîtiya Ewropayê ye û azadiyek temam heye. Kurd dikarin komeleyên xwe û rêxistinên xwe çêbikin. Her weha rewşa kurdan li Kazaxistanê jî başe.

Şêx Zaza anî ziman ku, li Gurcistanê niha pirsgirêka xwendinê û zimanê Kurdî heye mafê kurdan heye mamostayên xwe amade bikin û mafê perwerdebûna bi Kurdî heye lê pirsgirêkên me kurdan bi xwe hene û komeleya me Ronahî li ser vê yekê disekine daku careke din giringî bidin û zimanê Kurdî / kurmancî bê vejandinê.

Her weha tekez kir û got; Li cem me zimanê dewletê Gurcî ye û divê em zimanê van jî bizanibin û Kurdiya xwe jî fêrbibin. Ji bo min zimanê dayîkê li pêşe û dive em nifşê nû jî fêrbikin, çûnkî zimanê me gelekî kevnar û di sala 2024 emê wek komela Ronahî li ser vê pirsê rawestin.

Sernûserê rojnameya Xelatê ya bi kurmancî û pêşkêşkarê bernamê (Hozan Efrînî) derbarê nêrîna wî li ser xebatên Sekoya Kurmancî ku ji rojname û malpera Xelatê pêktê li bajarê Silêmaniyê ku xelata YNK`ê ji bo kurmanca ye.? Ji aliyê xwe ve Zaza Kalaşov diyar kir ku, ew gelekî keyfxweş bû dema Hozan Efrînî pirtûka xwe ya bi zaravayê Kurmancî ya bi navê (Mam Celal Sembola Netewî Kurd) pêşkêşî min kir û her weha rojnameya Xelatê û gelekî başe ku li Silêmaniyê pirtûk bên wergerandin ser zimanê kurmancî tiştekî ku Xelat dike xebata we gelekî başe û roj bi roj xwendevanên we zêde dibin.

Di dawiya axaftina xwe de Şêx Zaza daxwaza serkeftinê ji Kurdistanê re xwest û hêviya xwe anî ziman ku her çar parçeyên Kurdistanê azad bibin û got; "Ez gelekî ji we hez dikim".

 

XELAT