Nesrîn Botan: Şanaziye ku ji min re dibêjin hunermenda şoreşa Kezî
Hejmarek hunermendên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê li navçeya Çemçemalê bi amadebûna hejmarek hunermend û kesayetiyên herêmê li baregeha Komeleya Rewşenbîrî û Civakî ya Yarsan hatin xelatkirin.
Serokê Komeleya Rewşenbîrî û Civakî ya Yarsan li Çemçemalê (Herêm Kakeyî) ji rojnameya kurdistanî Nwê re axivî û got: "Em wekî komele dê li ser rêya Serok Mam Celal xizmeta hemî hunermendên li çar perçeyên Kurdistanê bidomînin.emê di siyaseta gurzê gulan ya rewanşad Mam Celal berdewam bîn ji bo xizmetkirina hemû hunermendên her çar aliyên Kurdistanê
Got jî: Yarsan ji bo her kesî malek e, ji ber vê yekê me hem hunermend Nesrîn Botan û Delîl Mîrsaz li Rojavayê Kurdistanê û hem jî hunermend Luqman Selîm û Kanî li Başûrê Kurdistanê pêşwazî kirin û armanca me di vê çalakiyê de ew e ku em bi hev re bixebitin û bi hev re bijîn.
Ji ber vê yekê, di merasîmek taybetî de, ew ji hêla komeleyê ve ji ber xizmetên wan ên ji bo hunera Kurdî hatin xelatkirin.
Ji aliyê xwe ve jî hunermend Nesrîn Botan ji Kurdistanî Nwê re axivî û got: "Ji bo min şerefek mezin e ku ez vê xelatê werbigirim û wekî hunermendek Şoreşa Kezî werim nasandin. Her weha ez gelekî kêfxweş im ku me serdana Başûrê Kurdistanê kiriye."
Di dawiya merasîmê de, hunermendên stranbêj ên Rojavayê Kurdistanê stranek pêşkêş kirin.
Komeleya Rewşenbîrî û Civakî ya Yarsan di sala 2003an de bi biryara Serok Mam Celal hate damezrandin û bi sedan çalakî li başûr û deverên din ên Kurdistanê pêk anîne.


Xelat
