Helbestên Kejal Ehmed bo zimanê Hîndî hatine wergerandin

Helbestên Kejal Ehmed bo zimanê Hîndî hatine wergerandin

Di van rojan de dîwana helbestê a bi navê (kulîlkên porê min) ku tê de hêjmarek helbestên helbestvan (Kejal Ehmed) ji aliyê (Prof. Dr. Manoc Komar) ve bo zimanê Hindî hatine wergerandin.

Bi kovareke edebî ku tê de hevpeyvînek dirêj bi heman zimanî hatiye weşandin, pirtûk bi rêya postê giheştiye Silêmaniyê. Wergêrê pirtûkê û yê ku bi vî helbestvanê kurd re hevpeyvîn kiriye.

Wergêrê dîwanê ku bi xwe çavpêkeftin digel helbestvana kurd Kejal Ehmed kiriye Profesor Manoc Komar e ku bi xwe jî helbestvan û wergêr û mamosteyê dîrokê yê Hindistanê ye.

Li ser ev destkefta wêjeyî , helbestvan Kejal Ehmed ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihandiye: Helbet ez kêfxweşim ku (Prof. Dr. Manoc Komar) dîwaneka min a helbestê ji ingilîzî wergerandiye û niha ew pirtûk û ew kovara min a wêjeyî bi dest ji Hindistanê giheştiye destê min.  Ew Hevpeyvîn li ser dîroka kurdî, edebiyata kurdî, ezmûna min a helbestê û xebata min a medyayê ya duh û îro ye li xwe girtiye.

Ehmed dibêje: Dîwana min a bi navê (Kulîlkên Porê min) bo zimanê Hindî Malayalam hatiye wergerandin ku di sala 2016an de li Amerîkayê bi navê (Handful of salt) hatiye çapkirin û ji aliyê helbestvan û mamosteyê zanîngehê yê berê yê Amerîkî (Alana Marie Levinson Labroos) û du xwendekarên kurd ve bo zimanê Îngilîzî hatiye wergerandin û ji aliyê (Barbara Goldberg) ve hatiye çapkirin.

Kejal Ehmed diyar jî kir û got: Her çend helbestên min ji bîst zimanan zêdetir hatine wergerandin jî, lê belê dixwazim hîn zêdetir bin.

 

Xelat