Kerkûk nimûneya siyaseta Qefta Gulan ya Serok Mam Celal e

Kerkûk nimûneya siyaseta Qefta Gulan ya Serok Mam Celal e

 Nivîskar: Welîd Hemîd Xelîl

 

Eger Serok Mam Celal gotibe (Kerkûk Qudus ya Kurdistanê ye ) ev tiştekî gelek raste û watedar e ji berk u roleke xwe ya girîng di qonaxên dîrok Kurd û Kurdistan û Îraq û herêmê bi giştî heye ku ji aliyê şaristanî, çandî, hunerî, cihêrengî,aborî û çanda jiyana hevbeş ya di navbera Kurd,Turkman, Ereb,Ermen, Aşûrî,Keldaniyan de dewlemend e.

Kerkûk, peyvek e tûredayî ye ku ji du peyvan pêk tê ,li cem Kurd û Sûmeriyan jêre dihate gotin (Kar Kûk), wate (Karê Mezin) her weha jêre dihat gotin (Gur Gur) wate (Devera Dişewte) ku piştre ew peyv bûye (Baba Gur Gur) her weha çendîn navên din yên Kerkûkê di serdema Aşûriyan û Keldaniyan û qonaxên din yên dîrokê hatine bi karanîn.

Tevî ku Kelha Kerkûk di gelek qonaxên dîrokê de, kelehek ya leşkerî bû, bi taybetî di serdemên Gûtî, Mîtaniyan;Aşûriyan û Împaratoriyên din de ku xelkê deverê û wan hêzan Kelha Kerkûk ji bo parastina xwe li dijî dagirkerî û êrîşên biyaniyan bikar dianîn, lê ew navendek girîng bû ji bo cihêrengî, bazirganî, çandî, hunerî û jiyana hevbeş jî bû.

Di serdema dîroka hemdem de jî bi taybetî di serdema têkoşîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ya bi serokatiya Serok Mam Celal de, Kerkûk navendeke jiyana civakî û çandî û jiyana hevbeş bû, ku wî bajarî gelek çalakiyên çandî û bazirganî li xwe girtibû û heya roja îro jî berdewame ku ew wekî cih û warekî ji bo hembêzkirina tevaya pêkhateyên etnîkî û olî yên cûrbecûr bûye; Serok Mam Celal di serdema serokatiya YNKê û Serokkomariya Îraqê de jî, gelek caran gotibû: ( Kerkûk Qudus ya Kurdistanê ) ye û tekez kiribû ku divê Kerkûk û hemû bajar û herêmên din yên Kurdistan û Îraqê bibin sembola biratî û welatîbûna rastîn yên ku ew yek li ser bingehê Lihevkirina Demokratîk be; ne li ser bingehê siyasetên raguhastin bi Erebkirinê û şovenîzmê be.

Siyaseta Qefta Gulan ya Serok Mam Celal gelek deverên Herêma Kurdistanê, bi taybetî Kerkûk û bajarên din yên Îraqê jî, kirine nimûneyeke zindî ya çanda demokratîk ya Lihevhatî, jiyana aştiyane, biratiya gelan û cihêrengiya çandî ku bi wê yekê gelek pirsgirêkên di navbera aliyên Îraqî û Kurdistanî de hatine çareserkirin, lewra Mam Celal bi (Semam Eman ya Îraqê) hatiye bi navkirin.

Piştî serdema Serok Mam Celal, di serdema Referandûm ya heyva 25 Îlona sala 2017 an û piştre di dema Hilbijartinên Civata Parêzgehên Îraqê de û h.w.d de;tevî derketina gelek astengiyan jî, lê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi serokatiya Bafil Celal Talebanî, kadroyên YNKê, parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbwar Teha û Civatê parêzgehê, li ser bingeha felsefeya Demokrasiya Lihevhatî û Siyaseta Qefta Gulan ya Serok Mam Celal, siyaseta xwe ya jîrane ji bo xizmetkirina hemû pêkhate, mezheb û cihêrengiya çandî ya li bajarê Kerkukê (Qudusa Kurdistanê) peyrew kir û xizmetên mezin ji bo Kerkûkiyan bi bê cudahî kir.
Her weha Serok Bafil Celal Talebanî û YNKê di çareserkirina hemû alozî û pirsgirêkên hilawastî yên di navbera partiyên Kurdî û pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Îraqê de roleke pêşeng leyst û hîna jî erkên xwe yên dîrokî berdewam dike lewra di roja me ya îro de xebata YNKê bûye platformek ji bo parastina maf, azadiyên giştî û azadiya raman û derbirînê.

YNKê herdemê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî hewl dide ku nirxên Demokrasiya Lihevhatî xurt bike û rihê jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Kurdistan û Îraqê de pêş bixe ji ber vê yekê, hebûna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û hemû beşên din yên Kurdistanê, bi taybetî li Kerkûk û li deverên din yên Îraqê, wekî garantiyekê ye ji bo xurtkirina bingehên Demokrasiya Lihevhatî , Jiyaneke Hevbeş, Parastina Yekîtî û Aramiya Îraqê, û handana karê pisporên medyayê û rojnamevanan wekî desthilata çaremîn û stûneke bingehîn di avakirina dewleteke medenî de li Kerkûk û deverên din yên veqetandî yên Kurdistan tê dîtin.

Li vir ez piştrast im ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), çawa gelek pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal de her weha pirsgirêkên di navbera aliyên din yên Kurdistanê de bi riya diyalogê çareserkirin, di Hilbijartina Civata Nûneran ya Îraqê ya 11ê Mijdara 2025 an de jî dê bi riya bidestxistina dengên zêde dê serkeftinên bêhempa tomar bike; û mafên gelê Kurd yên zeftkirî û binpêkirî bi dest bixe û destkeftiyan biparêze û hemû pirsgirêkên mayî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de dê bi riya diyalog û çanda Demokrasiya Lihevkirî çareser bike.

Demokrasiya Lihevhatî çi ye?

Têgeha Demokrasiya Lihevhatî yekser piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê ya Duyemîn derket holê, ku wekî pêdiviyek lezgîn bû ji bo sererastkirina rewşa welatên Ewropî, ku di nav de Holanda, Belçîka, Awustralya û Siwîsre hat ku yek ji taybetmendiyên herî berbiçav yê Demokrasiya Lihevhatî ew e ku hikûmet serokatiya birêvebirina dewletê digire ser xwe ku ew li ser bingeha hevpeymanî û hevkariyek berfireh hatiye avakirin, ku partiyên hindikahî li kêleka partiyên piranîyê di nav de cihê xwe digirin, û li gorî vê yekê, postên wezîran û postên serokatiyê di navbera hemû partîyên beşdarî hikûmetê de bi awayekî dadperweran e û rêjeyî di navbera wan de tên belavkirin; her weha her kes mafê xwe heye ku bi karanîna Mafê Vetoyê raya xwe bide yan jî li dijî her biryarekê derkeve.

Weku Serok Celal Talebanî gotibû: (Kerkûk Qudus ya Kurdistanê ye) bi rastî Kerkûk  gelekî girînge û ji hemû aliyan ve dewlemend ku xwedî girîngiyeke mezin ya dîrokî, olî , mezhebî ,çandî, jeopolîtîk û aborî ye; ku Kerkûk bi hilberîna xwe ya petrolê navdar e,ku nêzîkî %40ê petrola Îraqê di şeş zeviyên petrolê de ye, ku ya herî mezin ji wan li bajarê Kerkûk bi xwe ye ku petrolê wê bi riya Boriya Petrolê ya Bakur ji bo Bendera Ceyhanê ya Turkiyê tê hinardekirin, her wiha %70ê hilberîna Gaza Xwezayî ya Îrqê  li Kerkûkê ye, û zeviyên wê yên çandiniyê yên berhemdar jî hene.

Xelat/ PUKMEDIA