Birîna Kerkûk û Efrîn yeke
Nivîskar: Hozan Efrînî
Kerkûk û Efrîn herdu bajarên Kurdistanî bi nasnameya kurdî têne nasandin.
Bajarê Kerkûkê navenda çand û huner û kûltura resen a kurdeyetî û hemû pêkhatên resene. Navenda mirovdostî û pêkhatperwerî û giyana hevbeşî û pêkva jiyanî ye.
Bajarê Efrînê jî, bajareke ku di navçeyeke stratîjîk de ye ku hevsînorê Ewropa û deryaya sipî ye. Hejmara kurdan ji sede 98 e û zêdetir ji 20 milyon darên zeytûnê tê de ye ku ji wan 18 milyon berhemdere. Efrîn henesaya Kurdistanê ye û xwediyê çand û kûltura resen ê kurdî ye.
Her weha girîngiya Kerkûkê ne ji îro ve ye, belku ji berê û heya îro û wê di demên pêş de jî her berferehtir be. Ji ber ku Kerkûk, rastiya tekoşîna gelê kurd û Kurdistanê dide nîşan kirin. Ji ber ku Kerkûk nasnameya Kurdistanbûna rasteqîne ye. Ji ber ku Kerkûkê xwediyê dîrokeke dûr û dirêje ku hemû pêkhatên Kurdistanî û Êraqî û navçeyî li xwe digre.
Di roja 17-10-2017`an dema ku artêşa Êraqê bi hevkariya Heşed Şebî derbasî nava Kerkûkê bûn û sîstema dagîrkirinê pêkanîn, wê demê, gelek ji kurdên me yên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet ên Efrînî ku gelek nîgeraniya xwe anîn ser ziman û sernivîs.
Ez yek ji wan bûm, lê min wiha postek derbas kir ku gelê me ên Efrînî, bawer bikin ku piştî dagîrkirina Efrînê, wê Efrîn jî bikeve hemen çarenivîsê. Lê hinekan xwe nerihet kir û nepejirandin. Min wiha zelal kir ku êdî ev nerîna mine û eger ew pîlana neyaran bi serket, wê rewşa Efrînê ne aram be û wê ji Kerkûkê xeraptir û aloztir bibe, ji ber ku nexşeya Efrînê ne guncawe ji bo destekdayîn û alîkardayînê, çimkê dûre ji desthilatdariya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û vê carê ne wek cara Kobanê ye ku wê demê DAIŞ bû ne rastexwe Tirkiye bû. Lê dema ku Tirkiye be, tê wê wateyê NATO ye.
Lê tiştî ku li Kerkûkê hat vejandin, bi sayê siyaseta YNKê ya jêhatî, dikarîn Kurdên Kerkûkê ji komkujiyeke mezin û bê wêne rizgar bikin û rê li pêş guhertina demografîk bigrin.
Lê li Efrînê wiha nebû, xwezka Xweseriya Demokratîk a Kurd li Efrînê rê bida bi hêzên Sûriye ji bo kontirolkirinê û hêzên xwe jî ji Tilrifetê vekşandina, wê demê wê ewê bûye bi rengekî din biba.
Siyaseta xwevekşandinê di şer û cengên giran de ne şerim û ne jî binkeftina herdemî ye, lê ew hişmendî û parastina jiyana gele.
Li Kerkûkê xwevekşandin pêkhat, lê li Efrînê berxwedanî pêkhat. Li Kerkûkê piştî 6 salan careke din YNKê û gelê kurd vegeriyan cih û warên xwe û YNKê dikarî dengê baş di hilbijartinên Êraqê de bi dest bixe û careke din rêvebiriya Kerkukê û parêzgar jî bi dest xwe bixe û xwedî li gelê kurd derkeve.
Piştî ku parêzgar û endam parleman ji aliyê kurdî ve hatin hilbijartin û her weha YNKê serpereştiya proseya siyasî di Kerkûkê de bidest xist û dirêjahî pê hat dayîn, rewşa kurdan û pêkhatan niha piştî 7 salên ku parêzgarê ereb birêve dibin, niha ber bi başiyê ve diçe.
Lê mixabin li Efrînê piştî şehîdbûna bêhtir ji 3500 kes û birîndarkirina bêhtir ji 2000 kes û koçberkrina bêhtir ji 400000 kes, hîn jî careke din ji Şehbayê jî ber bi Rojhilatê Firatê ve koçber bûn. Lê vê carê hîn xeraptir bû û dîsan şehîd û birîndar û dîlgirtina sivîlan dirêjpêder bû.
Lê li Kerkûkê çiqas wek beriya refrendomê desthilatê kurdî ne bihêze, lê dîsan ji 7 salên desthilata erebî ê Rakan Cebûrî baştire û gelê kurd dikerê xwedî li milk û mal û erdên xwe derkevin.
Bo nimûne ku di roja 17-2-2025`an de, komeke leşkerên Êraqê êrişî bo ser cutyarên kurd kirin û yek ji wan Mihemed Emîn bû, dema ku xwestin bi dolaqa wî kotayî bi jiyana wî bînin, lê vîna wî ya azad û baweriya wî bi hebûna parêzgarê kurd û endamên encûmena parêzgehê ên kurd, li ber xwe da û xwe radest nekir û paşva nexist û dest ji axa xwe berneda û bû bi sembola cutyarên kurd li Kerkûk û Kurdistanê.
Ev reftar yê serbazekî Êraqî ye ku êrişî ser cutkarekî kurdê Kerkûkê dike û bi dulaqa wî ve dikşîne û bê rêzî li hemberî dike, dilê gelê kurd û Kurdistanê tevahî xemgîn kir û bi taybet li Efrînê û çalakvanên Efrînî ew dîmena li Kerkûkê û ya li Efrînê ku xwedî tirektorê şehîd kirin û wêneya herdu terektoran hem ê li Efrînê û hem ê li Kerkûkê bihev re werbêj kirin ku çarenivîsa Kerkûk û Efrînê her yeke û birîna herdukan her yeke.
Lê di encamê de, ji ber stema li ser cutkarê Mihemed Emîn Sergeran parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha ew serbaz siza kir û radestî polîsên belge tawanê kir tako sizayê yasayî li ser were bicih kirin.
Her weha di roja 27-2-2025 ez û hevalê min ê fêrîn û qedir giran mamoste Xweşnav Hisên (Dawud Çîçek) ji ber vexwendina ji konferansekê re em çûn Kerkûkê û li wir çavên me bi du kesên rêzdar ket ku yek ji wan endama civata parêzgeha Kerkûkê Perwîn Feteh bû, ê din jî rêzdar Heme Emîn bû ew kesên ku li hemberî komên leşkeran liber xwe daye bû.
Dema ku ez ber bi xebatkarê kurd ê Kerkûkî ve çûm, wî jî yekser berê xwe da min û ez hembêz kirim û got em Kerkûkî û Efrînî hevsoz û hevdoz in.
Min jî nameya xelkê Efrînê û nîgeraniya wan ji êrişa li ser wî jêre got û gelek dilgeş bû.
Her weha ji bo Perwîn xanê jî min got: Em piştî 7 salan ev cara yekê ye ku bi azadî hatin serdana Kerkûkê, ev jî bi sayê parêzgarê nû ê ser bi YNKê û rêvebiriya wê ya nû ye.
Li vir rastiya Kerkûkê di peyvên rewan şad serok Mam Celal de derdikeve holê ku bajarê Kerkûkê bajarê birayetiya pêkhatan û pêkvejiyanê ye. Lê tê wê wateyê ku Kerkûk nasnameya Kurdistanbûna rasteqîne ye û parêzvanên çand û hunera resen ê pêkhatên resen e jî. Her weha Efrîn yek ji girîngtirîn bajarên Kurdistanê ye. Lê tiştên ku li Efrînê hatine kirin û tên kirin di dîroka mirovahiyê de tu tawanbariyên wiha nebûne. Efrînî pir zor û zehmetî dîtin û kişandin û hn jî çarenivîsa Efrînê ne diyar e.
Ji ber wê yekê, birîna Kerkûk û Efrînê her yeke.
XELAT
