Werbêjek Li Ser Ecibandina Nivîsan

Werbêjek Li Ser Ecibandina Nivîsan

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

 

Îro bi milyonan rûpelên FACEBOKê hene. Herweha bi sedhezaran jî kes hene ku bi Zimanê Kurdî dinivîsin.

Lê mixabin pir kesên me hene ku gazin ji neecibandina nivîsên xwe dikin.

Ew gazin şaşiyeke mezin e ku dikin.

Divê kesên gazinokî pêşî bisêwirin ku ew çima bi kurdî dinivsin û piştre jî çima nivîsên wan nayên ecibandin.

Kurd hema bêje bi giştî di serê vê Sedsala Bîstûyekê de çanda xwe, dîrok û vêjeya xwe dinivîsin.

Bêguman heta ku meriv wan pîroziyên xwe nenivîse û neke malê dîrokê, meriv wek kes jî û wek netewe jî, ne çu tişt e.

Nexwe nivîsandina bi zimanê nijadî, berpirsyariyeke taybetî ye; ne ji bo ecibndina nivîsên meriv ji aliyê kesên heval an ne heval ve ye. Di rastiyê de nivîsandin ne ji bo sûdeke aborî ye jî.

Eger nivîsandina bi Zimanê Kurdî ji bo ecibandin û sûdeke aborî be, bila nivîskar xwe nedin zehmetê û hew binivîsin.

Lê heke yek berhemeke wek roman, an naverokeke dî nivîsandibe, helbet mafê xwe heye ku sûdeke aborî jî bi dest bixwe.

Kurdên nijadnas û yên bawermend, her yekê berpirsyariyeke wan heye ku bi Zimanê Kurdî binivîsin: Yek ji bo sûda nijada xwe, yê din ji bo ku Zimanê Kurdî jî ayetek ji Ayetên Qurana pîroz e.

Dibêjin, jineke govendgêrî hebûye ku navûdengê wê belav bûye. Lê dema ew jin pîr bûye, çûye Hecê û tobe jî kiriye ku hew bileyize.

Dawetke li dar ketiye, xwendî çûne Pîrê jî anîne ku têkeve serê govendê. Pîrê dev pê kiriye û weha zarî bi Xwedê ve kiriye, gotiye:

. Xwedawooo, tu guneh ji min re nenivîsî…

Çend car wisa dubare gotiye, lê dema ku Pîrê li govendê germ bûye, lotik avêtine û gotiye:

. Ted vê binvîs, tedvê nenvîs…

Bi hêviya nivîsandina kurdî, her şad û serkeftî bin…

 

15/ 11/ 2024

XELAT