BÎRANÎNA SEYDAYÊ CÎGERXWÎN

BÎRANÎNA SEYDAYÊ CÎGERXWÎN

Nivîskar: M. Emin Aslan

Demek ku ziman û perwerda Kurdi qedexebû, bîhîn li fêrbûna kurdî çikyabû. Jîyana edebî, ji bo kurdan ketibû nivîna sekaratê, medresa kurdî bi tîrêjnê seydaê Xanî, melayê Cizîrî, Feqyê teyran, Èlyê Herîrî...wek "Xizir ku li hewara Musa dihat" reya edebîyata kurdî ronîdikir. Yek jê zarokê gelê bindest, bi navê Şêxmûs di sala 1902 de, di nava xezanî û nezanîyêde çavê xwe li cîhanê vedikir. Piştî ku dihat dema perwerdê, berê xwe dida medresê. Li medresê dixwend û rewşa gelê bindest wek kulek li nav dil û mêlakê wî diteqîya û cixerê wî bi xwînê muletwx dibû. Bi vê rewşa xedar dibû seydayê Cîgerxwîn. Rewşa gel ya sîyasî, aborî û civakî fèrdibû û wek sterka sureyaê, dibû mizgînîya berbangê.

Bi kurt û kurmancî, digot:"beri çilsal me yarek xwest"

Got:" tucara ez nezana nakim"

Bişt re çûme medrese bûme xwenda

Min got:" xanim ijar tu navê çı?"

Got:"tucaran ez nezana nakim!"

Pişte re çûme medrese min rih cubbe wergirtin.

Min got:"xanim îjar tu navê çî?"

Got:"tucaran ez şêx û sofîyan nakim..."

Di helbestek dinde  diğot:"

Du duşminê me hene yek xezanî a din nezanî ye!

Teşxîsa bindestîya gelê xwe bi Du peyvan şîrovedikir. Hatina seyda, rêka edebîyata kurdî roni kir. Cîhê te bihişt be. Hemî seydaên meyê ku ked dane ronakbûna gelê me, em wan jî, bi dilovanîya Xweda bi bîrtînin.

 

Xelat