"Tu ji bo Efrîna aştîxwaz bû semboleke bêdawî "

"Tu  ji bo Efrîna aştîxwaz bû semboleke bêdawî "

"Birayê min, dost, mamoste û kesê herî nêzîk, stuna polat, henase û bêhna dilê malbata Murşid, Şehîd Ebdulrehman Xelîl Mihemed Murşid re, çil roj li ser pakrewantiya te re derbas bûn û ez hîn jî bi vê bûyerê bawer nakim û ez dibêjim xewn e, tu nemirî, ez bi bayê xewnên te dijîm.

Ez ji nûçeyan bawer nakim, na, na, bawer nakim, ez bi xebera jiyanjidestdana te şok bûm tenê Xwedê wê yekê dozane.

Lê belê ez neçar im tişta ku te kir biryar û te daye bipejirînim, ji ber ku tu aqilmend û hişmend û kesê herî nêzîkê min î.

Biryareke zor û aqilane bû, lê pir dijwar û bi êş bû, ji ber vê yekê tu gotinên min tune ne ku ez li ser wê bibêjim, ji ber ku hem ji bo min û malbata min biryareke dijwar bû, em gêj kirin û bê kes kirin û nê hêz kirin, lê ji ber ku ew biryar di xizmeta foza gelê kurdî de ye û we nûnertiya doza mezin kir.

Tu ji bo me hemûyan bû sembol, bi taybet ji bo gelê Efrînê yê koçberbûyî û derdora wê û bi vê biryarê tu bûyî semboleke bêdawî, tu heta hetayê zindî û nemirî bûyî sembola têkoşîna mirovatî û mirovahiyê, te navê xwe li dîwarê dîrok û demê neqişand û tu heta hetayê dimîne. 

Hemû kar û hewldanên we ji bo têkoşîna rewa ya Kurd û Kurdistanê bû û cihê şanaziyê û rêzgirtinê ye ku ev tişt ji paşeroj û ayendeya me re ye.

Hozan Efrînî

10/1/2025

XELAT