Çîroka çivîkê

Çîroka çivîkê

Nivîskar: Ezîz Gerdenzerî

 

Dê û bavê min rokê mînanî her car çûne nêçîrê. Min pişikê xwe werimandin, xwe ji xwe ra got: kê got, ku ez cûcika çivîkê me; na xêr, ez îdî bi xwe çivîk im, perêd min şîn bûne, qudûmêd min şidyane, dindika min dirêj bûye, ez îdî ji ber mineta derketime, dikarim ji hêlînê derêm, erdê kicêc bikim, kurma derxim û bixum. Zef jî diya timê temî dide min, ku tek-tenê ji hêlînê derneyêm. Welle, ezê îro derkevime seyrangê.

Min xwe firikand, toz û xubara hêlînê ji xwe dawşand, çend qoş dane xwe, perên xwe li ba kir û firîm. Ez aza bûm, ez serbest bûm, min di ku da bixwesta, li wir dikaribû danîya. Min serê pelê danî, dindika xwe li erdê xist, min dixwest xalî kicêc bikira, lê tiştek ber min nediket. Teze kete bîra min, ku diya min digot – payîz e, erd qerimîye. Min banzda ser tilm, li der-dorê xwe nihêrî, binatara min da gund bû. Diya min digote min, ku ez hefsa xwe li benda bikim, lê ez fikirîm, ku ewana çi dikarin li min bikin, ez birçî me, ezê herime gund. Min da xwe, ez firîm û min ser qelaxa qeraxê gund danî. Bin qelaxê pişîkeke beleke aşqorkî xwe telandibû, guhê xwe mûç kiribû, pê herdu çevêd notilî du kûrêd agir li min dinihêrî. Min ew berga tiştekî hesab ne kir, berê xwe ji wê guhast, li alîkî mayîn nihêrî. Pişîkê banzda, qelaxê da bilind bû, bû mirrînîya wê, ser her çar lepa ket, lêva xwe alast û zûr bû li min nihêrî. Min hew zanibû pişo dixweze bi min ra bilîze. Peyayî li jêrê bûm, pişîkê zikê xwe li erdê ra xişikand û tele-tel berbi min hat. Çawa ku ranêzîkayî li min kir, banzda, qîlêd xwe nîşanî min kir. Ez tirsîyam, firîme li ser qelaxê. Pişo stukura xwe xwar kir û bû mewînîya wî.

Ez firîm û min li ser holika kûçikê danî. Kelbê hemizî ber holikê ketî guhê xwe mûç kir, li min nihêrî û bû girre-mirra wî. Min jî kire çîve-çîv. Kelb xwe avîte li ser lepa û berbi min hat. Ez peya bûm ser erdê. Kelb ranêzîkayî li min kir, lepa xweye rastê hilbirî, xwest bide nav çevêd min, lê ez vê carê jî firîm û bi dûr ketim. Min li ser xênî danî. Ji kulekê bîna nanê germ dihat, min li dor kulekê çend fitil dane xwe. Hundurê xênî da tarî bû, kesek nedihat kivşê. Ber derê xênî sê zara malhock dilîstin. Ez firîm, û min ser şêvîkê danî. Hersê zar zûr bûn, li min nihêrîn. Dudu ji wana serçevneşûştî, porgijikî, kinc di ber şal ra derketî bûn, yê sisîya porê zerîn şekirî, temizî qeşeng bû. Wî berî şêmîkê min çend hebêd genim dîtin. Ez birçî bûm, min banzda sivderê, herd gedê serçevneşûştî bi hev ra li min kirin qûtîn û li min hatine hev. Min xwe unda kir, derneketime derva, derê sivderê ser min hatibû girtinê. Ewê Porzêrîn gote herdê din: ”Hûn çi dikin, ne guneye?” û xwest derî veke, herdê din ew def dan, avîtin û gotinê: ”Tê dengê xwe bibirî, yan na?!”, û dane dû min. Bû pirte-pirta min. Ezê di ku da ji dest wan bifilitîyama? Ewana ez girtim, hîre-hîra wan bû. Dikenîyan, lê Porzêrîn xwest min ji destê wana derxe, wana ew kutan. Bû kûrre-kûrra Porzêrîn, rûnişt girîya.

Herd gedê anîzaz lingekî min pê ben girêdan û ez berdam. Ez firîm, nişkê va ben bi lingê min va şidîya, di goştê min da çû xwarê, jana êşê dil-hinavê min hingavt, zingîn li serê min hat, hindik ma bi xwe va herim. Ez zivirîm û paşda berbi zara firîm. Min dît, ku Porzêrîn digirî, lê herdê mayîn hîrre-hîrra wan e, ser cizaretêd min dikenin. Min ne xwest gelekî wan şa bikim. Min çawa ku ranêzîkayî li wan kir, xwe avîte çela ber derê xênî. Ew bû ezê notilî kevirekî biketama binê çelê, çaxê têl dîsa bi lingê min va hate guvaştinê, ez êşandim û bê hemdî xwe min perrê xwe birin û anîn. Têlê qetîyayî bi lingê minî birîndar va darda bû. Ez di binê bîrê da rûniştim. Sê cot çeva di jor da li min nihêrîn. Cotek bi hêsir, du cot bi ken û şabûn. Ewan hersêk ji wir bi dûr ketin, ez bi tenê mam. Teze min serê xwe xist, ku çima min xebera dê û bavê xwe ne kir.

Xêlekê şûnda du qeretû li ser çelê ra sekinîn. Ji çi bû, ez bi xwe va çûm… Ber tendûra germ hişê min hate serê min, dengê kurikê Porzêrîn kete guhê min: ”Bavo, çivîk sax e, sax e”. Ewî pê herd desta bi dilovanî ez bilind kirim û bi sîngê xwe va guvaştim. Bavê ew hemêz kir, enîya wî paç kir: ”Eferim, kurê min, çivîk jî ruhber in, gunene, dê-bavê wan jî hene”.

Bû qîşte-qîşta kulfetekê – bav û kur li qaqa reş asê kir: ”Çi ye, ev mal e, yan baxçê terewilan e, vî hestûyê heram ber çevêd min wêda kin”.

Porzêrîn ez birim di qulçekî gomêyî tarî da bi cî kirim. Her ro dihat lingê minî birîndar melhem dikir. Her carê, çaxê wê kulfetê bêxatirîya wî dikir, dihat kêleka min rûdinişt, dibû îske-îska wî, digirîya û digot: “Xazîya min li te tê, tê herî bigihîjî diya xwe, xwazil ez jî notila te çivîk bûma, bifirîyama, terkeserî dinê bûma, dayka xweye heqe helale şîrin bidîta”. Çima ha digot? Dibek ew kulfet dayka wîye hela nîbû?

Muxdarekî şûnda birîna min qenc bû. Kurkê Porzêrîn ez derxistime derva. Ez berdam. Ez hatim gihîştime dê û bavê xwe. Lê tu cara qencîya kurikê Porzêrîn ji bîra min dernayê. Heta roja îroyîn ez lingê xwe ji warê ew dimîne, nabirim. Lê ew hertim bi medekirî ye. Gelo ewî hê dayka xweye heqe helale şîrin nedîtîye? Ax, bê dê emir çiqasî çetin û melûl e. Xwezî min ew bidîta, derheqa Porzêrînê kurê wêyî dilrem da jê ra bigota, ewê eseyî vegerîya, bihata... Lê Porzêrîn carna diçe li ser kevirekî terişandî da digirî… Qey bêjî ez îdî her tiştî fem dikim… Ez çawa bin qencîya Porzêrîn derkevim? We?…

Xelat