RAMAN Û WÊJE

RAMAN Û WÊJE

Nivîskar: Dilawerê Zengî

Wêje, ji bo ramana mirovî, heke ne meydana yekem a diyardeyên ramanî jî be, ew weke daneyek sereke tê dîtin. Dema ku mirovê dêrîn û kevnar bi ser şêweyên derbirînê ve bû, wî rê nedît ku pirsên xwe yên pêşîn ên hebûnî û bîrdozî (her wekî helbestê û vegotinên pexşan) bîne ziman. Ji ber vê yekê, tişta herî mezin ku mirov di dîroka xwe de afirandiye, wek di efsaneyên afirandinê yên pêşîn, hem jî yên piştî wan de, mîna destana Gilgamêş, û destanên cîhanî yên girîng mîna Îlyada, Odyssey û şahkarên din ên ramana mirovî. Avakirina wêjeyê bi pergalên ramanî û berdewamiyên baweriyê nayê wê wateyê ku ev wêje ji bedewî û hunermendiya wê bêpar kirine. Berovajî vê yekê, wêjeya ku bi raman û têgiha xwedîkirinê bûye xwedî radeya rawedan û derbirîna bedew a bilind e. Tu kes nikare rewşa afirîner a deqên helbest û vegotinen ku di dirêjahiya serdeman de, bi xema mirovî tijî bûne, paşguh bike. Ji pêvî wêjeya ku bi belavkirina ramana azadîxwaz re bûye alîkar, ku mirov û civakan ji serdestiya paşverûtî û nezaniyê rizgar bikin, tu tişt di bîra dîrokî de asê nebûye. Pirbûna dibistanên wêjeyî yên di dîrokê de, ji bilî şoreşa li dijî nirxên kevneşop û banga nêzîkbûnê ber bi nirxên jiyana nûjen ve, ne tiştekî din e. Ji ber vê yekê, wêje ji roja xwe ya yekem ve bi narvîn û jiyana mirovan ve hatiye girêdan, û helbest, xwepêşandan, nerazîbûn û şoreşan pêşkêş dike. Ev nayê wê wateyê ku dîroka mirovahiyê ji bilî wêjeya şoreşgerî ye rast û bi xem û pirsgirêkên bîrnasî pê ve tiştek nekiriye. Li aliyê din, gelek kul û xemgîniyên wêjeyî hene ku doz li wêjeyê kirine xwe ji meydana raman û rastiyê dûr bixe, û di xemên nivîskar yên kesane de karedar bibe. Ji ber ku wêje berhemeke aşopî ye, û dema bi dîtin, nerîn û baweriyan tê barkirin, ew nirxê xwe yê bedew winda dike, lewma jî ji wêjeya raserî-pêjinîdar vediguhere wêjeya hestî-kewijî; wê hîngê, ew taybetmendiyên xwe yên afirîner winda dike û vediguhere gotareke bawerhişk e  demdirêj ku, ji wêjeyê zêdetir bi siyasetê ve girêdayî ye. Ev dibistanên wêjeyî ji roja destpêka çêbûna wêjeyê heta roja îro li hev ketine. Wêjeya Kurdî di çend dibistanên wêjeyî de xwe nîşan daye; demekê wêjeya rastîn a bi nirxên civakî û rewşenbîrî, carina wêjeya hebûnî, carina wêjeya şêlî, wêjeya xweyî, wêjeya amadebaşî, nûjenî, piştî nûjeniyê û hwd. Ev hilbijartin hemû girêdayî qonaxa dîrokî, xwezaya rastiya Kurd û pirsgirêkên wê yên siyasî û civakî ye.

 

Bandora ramanê li ser wêjeyê

Bandora ramanê li ser wêjeyê, bandora tevgerên ramanî û dibistanên zanistî di wêjeyê de bi xwe ye, ji ber ku ew kûrahiya ramanî û mirovî dide wêjeyê. Ji bo ku di nav beşên berfireh ên xwînerên wêjeyê de bigihîje bandorê, pir pêdivî ye ku pêşî bandora raman li wêjeyê hebe. Wêje hêza xwe ya dahûrînî ji ramanê digire.

Xala yekem, ya herî girîng, bandora bîrnasiyê li ser wêjeyê ye, emê li vir bibînin ku bandora ramanê li ser wêjeyê ne veşartî ye û berhemên wêjeyî yên mezin bi dîtinên ramanî yên bîrnasî hatine çêkirin. Di koka xwe de berhema tevgerên ramanî bû, heta wê radeyê ku jimartina wan zor û dijwar e ku bi tevahî behsa wan bibe. Her tevgereke bîrnasî û ramanî ku derketiye holê, nivîskarên li pey vê tevgerê bûne û ramanên wê di berhemên xwe de nîşan didin, hene. Nivîskarên herî navdar ên Ewropî li gorî sê tehran hatine rêzbend kirin:

Tehra yekem, bi kerese û giyan re nêzîkbûnê dike, cîhana giyanî li gorî daneyên cîhana cîtik/maddî rave dike.

Tehra duyem, mînakî ye, ku rastiya rasteqîn wek derbirîna rastiyeke nîhadî ya rasteqînî di nav xwe de dibîne û berçav dike.

Tehra sêyem: Azadiya dualî tê gotin, kereseyê ji giyan vediqetîne û her yek ji wan bi serê xwe serbixwe ye.

Wêjeya nûjen encama tevgera dîrok û bîrnasiyê ye, pê ve girêdayî bû û hê jî heye. Helbestvanê Îngîlîzî Coleridge, ji bilî helbestvaniyê, ramanwer e jî. Ew ê yekem bû ku banga tevlêkirina bîrnasiya almanî di helbesta îngilîzî de kir. Şîller jî bi awayekî xuya bîrdoza Kantî rê girtiye. Dema ku em li bandora wêjeyê ya li ser ramana bîrnasiyê û di zanistên mirovî de bigerin, em ê bibînin ku wêjeyê bi gelek dîtinên bîrnasî yên afirîner sirûşa ramana bîrnasî daye. Gelek caran, wî bi pêşniyarkirina gelek dîtinên kûr ji bo civakê, ku beriya raveker û dîtanevanên rexnegir, ber bi bîrnasiyê ve gavek çalak avêt.

Wêje di danasîna dozên derûnî yên girêkûtkî û tevlihev de hêzek girîng  û bi navgînek pir bi bandor e. Piraniya pirtûkên lêhûrbûna derûnî xwe dispêrin lêkolînên tevlihev, hiljimar û daneyan. Digel ku wêje, bi xebitandina kesayetiyên mirovî, dikare dubendiyên derûnî derxe holê û lêhûrbûn bike, bandora wê bi danûstendina kesayetan bi hev re tê nîşandayîn. Di navbera wêje û bîrnasiyê de hevgirtineke mezin heye, divê em bala xwe bidin pêşwendiyek girîng a ku wêjeyê ji warên din ên zanînê cuda dike, ew jî ev e: Ew dikare bibe navgînek armanckirî ji bo gihandina ramanên kûr ên bîrnasî û mirovî, ji ber çend nîşanên wêjeyî yên cihêreng ên wêjeyê, ku şîmaneya gihandina ramanan bi rêkûpêk dihêle. Di dîroka bîrnasiyê de ramanwerên mezin hene, di dîroka ramanê de helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û ronakbîr jî hene. Yên ku demekê têra dilê wan bû, tiştên ku maf kiribûn di gencîne û pirtûkxaneya wêjeyê de nivîsandibûn. Ev ji me re dihêle ku em li ser nîşanên wêjeyê yên ku dê bikaribin pêwendiyê û bandorkirinê bidine ber çavan.

Nîşanên wêjeyê:

Yekem: Wêje dikare hûrgiliyên êş û pirsgirêkên gelên bindest ên wekî Kurd, Amazîxan û hwd bi belge bike.

Wêje, helbest û pexşan, wê bibe derfeteke baş û bijûn ji bo weşandina aliyên êş, çewisandin, bêdadî û zora ku li wan tê kirin û bandora derûnî ya li ser wan, bi şêwazeke wêjeyî ya hestyarî û bi lêhûrbûneke kûr a derûnî ya hundirê kesayeta mirovî bê xuya kirin. Bi awayekî din bandorê li hişmendiya civakî dike, ji bo pesinda van ramanên mirovî zemîneke biber diafirîne.

Duyem: Azadiya nimûnekirinê di wêjeyê de û cihê spî ji berhemên aşopî re hiştiye, wêjeyê dike valagehek ji bo sayîkirin û diyarkirina tiştên veşartî bi awayekî wêjeyî.

Sêyem: Bi riya dergeha xweşî û çêja wêjeyî ve bi vedizîn û derbasbûna cîhana zanînê pêkan e. Xwezaya deqa wêjeyî ji deqên din ên nivîskî cuda ye: wêne, hizirkirin, nîgaş, aşop û xweşiya ku bi wan tê bidestxistin. Ji nivîsên bîrnasî yên ku carinan di ziman û şêwaza xwe ya dijwar de derbas dibe, xwendina berhemên wêjeyî û wergirtina ramanan bi awayekî nermtir û hêsantir dike.

Çarem: Wêje, ramanên bîrnasî yên razber di nav xwe de hinohino werdigire, di deqa wêjeyî de kesayetên wêjeyî yên cihêreng lixwe digire. Hebûna berhemên wêjeyî yên hêja û nemir ku ji bo me pirsgirêka têkoşîna çînên karker a bi pergala sermayedar re ronî dikir, mîna ya ku romanên Balzac, Emile Zola û berhemên din ên nemir ên ku ji dibistana rastîn re hatine girêdan.

Wêje neynika herî baş e ku derûna mirovan li ber çavan diyar dike û hîna jî baştirîn şopdarê guherînên civakên mirovî, nûjenî, raperîn û pêşketinê ye, bandor li tevgera zanist û bîrnasiyê dike û di bin bandora wê de dimîne.

Di navbera wêje û ramanê de

Wêjevan dixwaze bibe hizirker, lê dibe ku hizirker ne wêjevan be; di her du rewşan de wêje û raman bi hevalînî û di rêzekê de xuya bikin. Weke ku tê zanîn wêje ji aliyekê ve ji her zanînê digire, lê raman ew e ku hiş û hizirê rewşenbîr dihejîne. Ji ber vê yekê, hizirker wêjevan û rewşenbîr e heta ku digihîje asta ramanwer. Ev e, eger ev ramanwer xwediyê behre û jêhatîbûna wêjeyî yan helbestî be.

Bîrnasî jî, weke di pênaseya ji zimanê Yûnanî yê dêrîn hatiye girtin, tê wateya penda hezkirinê, bîrnasî xwedî vaceke xurt an zirav e û wiha tê gotin: Vac (Jîrbêjî, bîrsa, berhijî, çemek=mentiq) wateya wê ya li hember ramana mirov e. Di navbera van têgihan de, heta radeya ku cudahiyekê çêbike, berawirdkirin tune, lê ev zarav hemî zaravên çandî, zanînî û hunerî ne, û ne tiştekî din in. Lêbelê, wêjeya li vir ji bo van zaravên derûnî û peyvnasiya ramanî ya nûjen e ji ber ku, di hundirê xwe de, nermiya mihr û hestyarî, wêjeya şîrîn û hunerên xweşik hildigire. Ev xalên çandî yên di navbera wêje, raman, huner, vac, helbest û hiş de derbirînên çêjê ne ku hiş û ramanê bi hev ve girê dide, û bi riya wan wêjevan tişta ku dizane di ziman, wêje û çandê de tîne ziman. Çanda ku ji hêla wêjevan an helbestvan ve hatî haydarkirin berfireh e; ji ber ku ew tûrikê di nava xwe de her wateya wêjevan dixwaze bigihîne xwênerên xwe yên xwendevan û wergiran pêk tîne, û ev tiştekî nû ye.

Tişta herî girîng ku wêje û ramanê bi hev ve girê dide naveroka ramanî û hunerî û hûrlênêrîn û şiroveyên rexnegiran e; naveroka ramanî wateya deqê û nirxa wê ye, lê rexne û vekolîn xwendina wê ye, ango xwendina deqê û şirovekirina wê bi awayekî ku bibe hunera naverok û girêdana peyvan e. Hin rexnegir di wê baweriyê de ne ku têgiha wêjeyê bi rola ku zanist di ravekirina diyardeyên gerdînî, xwezayî û mirovî de dilîze ne berovajî dike, belkî ji bilî vê yekê ye. Ji ber ku zanist ne xwediyê ezmûna bedewî û derûnî ya ku huner di rawedankirina nîhad û ramana wergir de bi kar tîne nîne. Ji ber vê yekê, têgiha naveroka ramanî ya di zanistê de ji ya di wêjeyê de cûda dibe.

Di zanistiyê de, rola naverokê bi dawî dibe dema ku ew ji hêla hişî ve wekî tenê xelekek di zincîreyek dirêj û pêşkeftî ya raman û bîrdozên zanistî yên domdar de tê têgihiştin. Lê, di wêjeyê de, di naveroka ramanî de, bi têkiliya xwe ya bi şêwaza hunerî re, bi naverokek paşîn re ne neçar e, her çend heman pirsgirêka mirovî bilezîne jî. Li gorî ya jorîn, wate di naveroka wêjeyî de, divê ji serdemekê heya serdemeke din ji wergirek ji bo wergirek din re gelek nîşanî, ravayî, hîma û sirûşdan hebe.

Armanca hizirker ji armanca wêjevan ne dûr e. Ji ber ku her çend aşop bikeve nav kar û xebata wêjeyî jî, wêje hevbira ramanê ye û raman jî hevbira wêjeyê ye; her yek ji wan xwediyê armancên nû ye. Di warê ramanê de jî ew serperiştiya karê xwe ye, ji ber vê yekê jî rexnegir ji pêvî rewşên kêm ji karê rewşenbîrî dûr dikevin û di şûna wê de karê wêjeyî digirin. Lê wergirê van herdu berheman, berhema wêjeyî û xebata ramanî, ew e ku di çarçeweya nivîskarê hizirker an jî nivîskarê wêjeyî de wan ji hev cuda dike. Ji ber vê yekê, naveroka berhemên gihîştî bi tevahî nû xuya dikin, her çend ew ji raman û naveroka xebatkarê ramanî hatine sirûşkirin.

Wêjevanê hişmend ew e ku hinohino vê hewldan û pêwendiya di navbera raman û naverokê de û pêşketinên serdema ku tê de dijî bicih dike, ew e yê ku ronahiyên nû davêje ser wê û ji aliyên hevdem ve lê dinêre ku ji bo yên beriya wî ne gengaz bû, ku ew çare kirin û di berhemên xwe de bicih kirin. Têkiliyeke nêzîk di navbera wêje û ramanê de heye, nemaze eger em zanibin ku mijarên wêjeyî ji aliyê ramanê ve hinohino hatine çespandin û gerdûnek ji wate û ramanan li ser wan hatiye avakirin.

Gelo, raman ji wêjeyê bilindtir e? Ev şaşîtiyeke ramanî mezin e ku ramanê ji amûrên wê yên herî girîng derdixe û di nav sedemên wê de perçe dike. Mebesta min ew e ku, raman bêyî hebûna ziman û tîpeke ku wê rawedan û dariştin bike nedibû. Tê zanîn ku tiştek bêyî sedemên xwe kêm dibe, ne jî gengaz e. Belê, ew encama gencîneyeke wêjeyî ye mezin e ku jê re şiyana destkeftî bû, ku di navbera peyvan de, bi rêkûpêk û xweşik tevgerê bike. An jî wêje ji ramanê derbas bûye, û ew bi gelemperî ji kesên ku xweşiya xwe ji pirtûkên zanistî yan rewşenbîrî nabînin tê? Ev şaşîtiyek ji ya berê mezintir e, ji ber ku wêje tevahiya hiş e, û tevahiya wê di raman û kêliyên ku mirov tê de bîrdozeke nû peyda dike û diyar dibe. Wêje ne tenê bûyerin, eger hûn kêfxweşiya xwe ji bûyerên wêjeyê re tînin, ev bêdadiya herî mezin e ku lê tê kirin. Bi demê re, gav bi gav nivîskaran şiyana mezin a berhemanîna berhemên wêjeyî yên nedîtbar pêk anîne, ku bi bîrnasî, derûnî, dîrok, hunera mîmarî û gelek warên din ve karîwer bûne.

Wêje û raman her yek xwedan meydan û çarçoveya xwe ye berfireh e, û serweriya yekê ji wan li ser ya din ji ber tiştên ku em dixwînin nîşan dide. Divê em çandê bi berfirehî di berfirehiya wê de ji nû ve pênase bikin.

Di dawiya vê lêkolîna xwe de, ku me tê de behsa wêje û ramanê kir, û gelek agahiyên girîng ên ramanî û wêjeyî li wêje û ramanê û pisporên wêjeyê, di nav de xwendekar, lêkolîner û mamoste, zêde kirin, em ji Xwedayê gewre daxwaz dikin ku ev lêkolîn ji bo her kesê ku bixwaze xwe bigihîne bingeha vê pirtûkê û mijarên wê bikêr be û bibe sedemek ji bo zanîna hemû mijarên ku ev pirtûk behsa wan dike jî. Em bi hêvî ne ev bibe destpêkek ji bo lêkolînên bêtir li ser pirtûkên wêjeyî û yên din ên ramanî.

XELAT