Firat Cewerî xelata Ostanayê wergirt
Firat Cewerî li Îtalyayê, ji bo ku bi zimanê zikmakî (Zimanê Kurdî) dinivîse, layiqî xelata Ostanayê hat dîtin.
Cewerî di daxuyaniya xwe de dibêje: Digel hemû zehmetî û qedexeyan min bi inyad bi kurdî nivîsand û jiyana maye jî ezê di oxira ziman û edebiyata kurdî de bibuhurînim.
Nivîskarê Kurd yê mezin Firat Cewerî derbarê Xelatê de kêfxweşiya xwe aniye ziman û li ser rûpela xwe ya torên civakî weha nivîsiye: "Nûçeyek xweş ji Îtalyayê, ez hêjayî xelata Ostanayê hatime dîtin. Spas Ostana!".
Di vê vîdyoyê de jî nivîskar û romannivîsê Kurd behsa hesta xwe dike piştî wergirtina xelatê ….
XELAT